Xwendekaran banga peyîwirê li dozger kirin

15:53

 


JINHA


AMED- Civata Xwendakarên Amedê bi aramca balê bikşînin ser bêmafiyên di azmuna YGS’ê de hatîn kirin daxuyanî dan. Mehmet Ali Karadeniz daxuyanî xwend û diyar kir ku di YGS’a 2015’an de bêmafî hatiye kirin û wek maxdur wan serî li dozgeriyê dane.


Civata Xwendakarên Amedê bi aramca ku balê bikşînin ser bêmafiyên di azmuna YGS’ê de li xwendekaran tên kirin li ber AZC Plazayê daxuyanî dan. Mamosteyên Egitim Sen’ê, mamostayên Mala Piştevaniya Perwerdê û xwendakar tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên weke “Edê bese wek hevî” û “Perwerdeyek azad û bi zimanê dayikê” hatin rakirin. Xwendekaran duruşmên “Emê tu car nebin dizekê kedê” berz kirin. Li ser navê xwendakaran  Mehmet Ali Karadeniz Axivî  û diayar kir ku şuphe û gummmanên wan li ser azamuna YGS’ê ya 2015 ‘an hene û wiha got: ”Salên berê jî bê azînê ku di azmunê YGS û KPPS’yê de hetine kirin me ji bîr nekiriye. Bi salan pişta hin kesan tê girtin.” Mehmet OSYM’ê berpirsiyariya nekekiya ku li xwendekaran tê kirin dit û wiha dewam kir.”Em OSYM’ê dawetî hukukê dikin, bila xwendakaran wek sucdar ilan neke û sucdarê asil derxe holê.” Mehmet di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ev mesele giring e û wan ji vê bunê serî li dozgeriyê jî dane


(ma-nt/zt)