15 gerilayên jin hatin bîranîn
17:42
JINHA
ÊLIH - 15 gerilayên YJA Starê ku di 24'ê adara 2012'an de li herema Xîzana Betlîsê di encama operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dayîn li Êlihê hatin bîranîn..
Li Êlihê di pêşengiya MEYA-DER û malbatan de ji bo 15 gêrîlayên YJA Starê Leyla Altan (Arjîn Gerzan), Berîvan Semsûr (Rojda Arîf), Yildiz Cumo (Berfîn Roza), Selma Avci, Perîhan Parlak(Diljen Cilo), Meyaser Orbay (Silav Soran), Ayşe Ahmet (Ranya), Ronahî Dêrsim (Ozlem Atsak), Mizgîn Aratemûr (Hêvî Roj), Asuman Mucel (Viyan Dîrok), Şukran Îmaç (Mizgîn Garzan), Gurbet Altun (Rojevin Amed), Welat Argiş (Bêrîtan Timoq), Şehrîban Argiş (Ruken Aslan) û Gulistan Basutçu (Yêrivan Azadî) ên ku di 24'ê adara 2012'an de li herema Xîzana Betlîsê di encama operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan, merasima bîranînê hat lidarxistin. Merasima bîranînê li goristanên cuda yên wek gundê Nû û li goristana Şehxelîl a gundê Aynihisanê ya navçeya Hezoya Êlihê bi tevlîbûna gelek kesan pêk hat.
Di destpêkê meresim ji bo Fermandera YJA Star Leyla Altan (Arjîn Gerzan) li gundê Nû ya Hezoyê dest pê kir. Di merasimê de ligel malbatan Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, endam û nûnerên MEYA-DER, DBP/ HDP'ê, KURDÎ-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên KJA'ê hilbijêr û gelek kes amade bûn. Li cihê merasimê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan, alên PKK, KCK, KJA û wêneyên her 15 gêrîlayên YJA Star hat daliqandin. Di merasimê dirûşmeyên "Bijî Seroka Apo", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Di meresimê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurde jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
'Em ê heya dawiyê şopdarên wan bin'
Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel di bîranînê de axivî û diyar kir ku 15 jinên kurd ji bo azadiya gelê kurd û azadiya jinê bi têkoşîneke bêhempa li ser çiyan li hember zilmê li ber xwe dan. Glîstan da zanîn ku 15 jînên têkoşer ji bo azadiyê sozdabûn gelê kurd, îro jî ew sozê didin wan ku dê heya dawiyê li pêy şopa wan bin û ji bo azadiyê têbikoşin.
'Hêviya me mezine'
Xwişka Leyla Altan, Nuhat Altan jî li ser navê malbatê axivî û anî ziman ku xwişka wê Leyla 22 sal ji bo azadiyê li ser çiyan li ber xwe daye û şer kiriye. Altan diyar kir ku xwişka wê li hember hişmendî û feraseta bavîksalartiyê têkoşiyaye.
Pişî axaftina girse ji bo bîranînê çû goristana Şehxelîl a gundê Aynihisanê ku 2 kêlometere ji navçeya Hezoya Êlihê dure. Li wir jî malbata Mizgîn Aratemûr (Hêvî Roj) axivîn û anîn ziman ku ew bi têkoşîna keça xwe ser bilindin.
Dayika Gulistan Basutcu, Yildiz Basutcu jî got ku keça wê ji bo azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest daye ji ber vê yekê ev keça gelê kurd e.
Kesên ku tevlî merasimê bûn qûrnefîl danîn li ser goristanê. Meresima bîranînê bi xwendina helbestan bi dawî bû.
(zt)

