Bi hatina buharê re jinên Botanê derdikevin berhevkirina pincar
08:16
JINHA
ŞİRNEX- Bi hatina biharê re jinên Botanê ji bo berhevkirina pincar hildikevin çiyayên herî bilind. Jinan anîn ziman ku pincarên ew berhev dikin hemû dermanin, ne tenê ji bo xwarinê her wiha weke derman jî di xebitînin.
Girêdana jin û xwezayê herî zêde bi despêkirina buharê, şînbûna pincar re tê dîtin. Jin karê berhevkirina pincaran ji pîrikên xwe yên xudawend hînbûne. Niha jî jinên Botanê vê çandê diparêzin, bi hatina biharê re diçin çolê pincar berevdikin û li bazaran pêşkêş dikin. Pêwistiye bajêr a mast, pener û pincar ji aliyê jinên ji gundê derdorê tên ve tê cîh. Jin diyar dikin ku ew pincar hemû dermanin û ew bi firotina van giyayan debare xwe dikin.
‘Ji bo berhevkirina pincar em hildikevin çiyayê asê’
Amîna Deqnaya ku tevî temenê xweyê mezin jî bi çiyayên Şirnexê ve dikşe û pincar berhev dike diyar kir ku ew bi kedak mezin wî pincarî berhev dike û wiha axivî: “Em diçin çiyayê Şirnex wan çiyayê asê pincarên wek xerdel, strî zîrik, tolik, keyark, tuzik û luşikê berhevdikin.” Amîna ya ku ev 30 salin pincar berhev dike wiha behsa sudê pincar dike: “Strîzerk dermanê zerik û nexweşiya şekir e, xerdel dermanê kuxikê ye, tolik jî him ava wê him jî pincarê wê derman e. Ev pincar hemû dermanên bijişkiya me kurdan e.”
‘Em bi berhevkirina pincar debara xwe dikin’
Jina bi navê Xezal jî diyar kir ku ew ji bo ku debara xwe bikin diçin çolê pincarên wek tuzik, reşad û gelek rengên wan yên cuda berevdikin û tînin bazara Cizîrê difroşin. Xezal dide zanîn ku ew li gundê Bafê pez û mirişkan jî xwedî dikin û mast û penêrê xwe jî disa dibin heman bazarê difiroşin. Xezal got ku ew serê sibê di saet 05.00’an de radibin kar û barê xwe dikin û bi rê dikevin tên Cizîrê.
Nadişa Aslana jî debara mala xwe bi heman karî dike jî diyar kir ku zarokê wê ji gundê Slatiyê pincarên wek tuzik, reşad, guriz,gezgezik, keyark berevdikin û dibin bazarê difroşin. Nadişa da zanin cureyên pincar herî zêde di biharê de hene û bi qedandina biharê re pincar jî kêm dibe.
(ma/zt)

