Dê di Amedsporê de nêrîn û rengê jinan serwerbe
08:21
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED – Di rêveberiya Kuluba Amedspor ê ya piştî 1’emîn Kongra wan de yekem car jin cîh digirin. Jinên têde cîh girtin diyar kirin ku dê bi reng û nêrîna jinê di werzîşê de bixebitin.
1’emîn Kongra Kuluba Amedsporê hat li darxistin. Piştî kongrê di rêveberiya nû de yekem car jinan cihê xwe girtin. Jinên di rêveberiyê de cîh girtin dan zanîn ku dê din ava werzîşa her dem bi nêrîna mêran hatiye rêvebirin ji niha û şon de rengê jinan bidin werzîşê. Berpirsa Salona Werzîşê Dîlan Yumlu ya k udi nava rêveberiya nû de cihê xwe girt destnîşan kir ku divê jin di werzîşê de bên dîtin û got: “Divê di hemû beşan de jin hebin û tenduristiya werzîşê weke jiyanî bê dîtin.”
‘Dê werzîş ji bo hemû jinan giring be’
Dilan ani ziman ku di salonên sporê yên Kuluba Amedsporê de taximên jinan hene û wiha axivî: “Dema ku kuluba sporê tê gotin despêkê futbol tê hişê mirovan. Kuluba sporê ya ku em armanc dikin di navê de tekvando, karete, atletizm, masa tenisi û voleybol heye. Dê êdî spor ji bo hemû jinan xwediyê cihek giring be.”
‘Armanca me em taximên jinan yên sporê derxin asta herî jor’
Besra ya k udi rêveberiya Kuluba Amedsporê de cîh digire jî bilêv kir ku weke jin yekem car di rêveberiya kuluba sporê de cîh girtina wan dê bi armancên serkeftinên mezin bixebitin û wiha domand: “Taximên me yên futbola jinan îsal ser hev serkeftin bi dest xistin. Ji 12 maçan 10 bi serkeftî û 2 bi beraber derbaskirin. Di Tirkiyê de din ava 56 taximan de di rêza 16’an de cîh girtin. Armanca me ewe ku em bidin nîşandan tenê werzîş ne ya mêrane, ji jî dikarin di werzîşê de serkeftinên mezin bi dest bixin.”
(zt)

