Encamnameya Civîna Jina Enternasyonala Sosyalîst hat aşkerakirin
10:07
STENBOL (JINHA) - Encamnameya Civîna Jinê ya Enternasyonala Sosyalîst hat aşkerakirin. Di encamnameyê de banga têkoşîna netewî û navnetewî ya li hemberî qedexeya zarok jiberkirinê hat kirin û daxwaza “Em piştgiriyê didin jinên kurd û em dixwazin ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bibe, jinên kurd tevlî pêvajoyê bên kirin” derket pêş.
Civîna Herêmê ya Jinê ya Enternasyonala Sosyalîst a ku Meclîsa Jinê ya BDP’ê malovaniya wê kir, bi encamnameya ku hat aşkerakirin, bidawî bû. Encamnameya ku ji 4 parzemînan ji 26 welatan delege beşdar bûn, ji aliyê Seroka Jinên Enternasyonala Sosyalîst, Pîa Locatellî ve hat xwendin. Encamname, bi sernavên zarok jiberkirin, diyalog û muzakere hat amadekirin. Pîa, destpêkê encamnameya têkildarî zarok jiberkirinê xwend. Pîa, diyar kir ku li Tirkiyê pêvajoyeke pir xeter heye û got ku pêşniyarên AKP’ê yên têkildarî zarok jiberkirinê, bi tevahî ji bo qedexekirinê ne. Pîa, anî ziman ku ew wekî endamên Enternasyonala Sosyalîst, dixwazin ku hemû hewldanên ji bo qedexekirina zarok jiberkirinê, tavilê bên rawestandin. Pîa got ku "Hemû saziyên herêmî, netewî û navnetewî yên ku endamên Enternasyonala Sosyalîst in, bang li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî jî welatên sosyalîst, sosyal demokrat û enternasyonala sosyalîst dikin ku li hemberî vê qedexeyê, sekneke esehî nîşan bidin."
‘Jin di mekanîzmayên biryarê de têra xwe cih nagirin’
Pîa anî ziman ku di 18 mehên dawî de Rojhilata Navîn ji pevçûnên cur bi cur bi bandor bûne û piştî Bihara Ereban, panoramayeke nû derketiye holê. Pîa, da zanîn ku digel vê yekê di reformên ku hatine pêkanîn de, jin têra xwe nebûne xwedî gotinê. Pîa, diyar kir ku careke din dibînin ku ji bo jinnan mafê gotinê nayê dayîn, jin tevlîbûna li pêvajoyên aştiyê jî, kêm nîşan didin. Pîa, da zanîn ku di aliyê zêdekirina parlamenterên jin de herî zêde CHP û BDP bi biryar in,lê di nav wan de jî di mekanîzmayên biryarê de jin têra xwe cih nagirin.
‘Divê muzakere bên berdewamkirin’
Pîa, axaftina xwe wiha domand: "Bi taybetî jî jinên kurd di qada ku hevdîtinên aştiyê pêk tên de, ji derve tên hiştin. Di dîrokê de kurd her tim rastî zextên wekî cudaxwaziya çandî, bişaftin û tundiyê hatin. Gelê kurd dixwaze nasname û çanda xwe bijî. Jinên kurd di qada azadî û demokrasiyê de, di pêvajoya aştiyê de têkoşîneke girîng meşandin. Di têkoşîna xwe de rastî zext û zilmê, herî dawî jî rastî pêla girtinê hatin. Em piştgiriyê didin jinên kurd û em dixwazin ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bibe, jinên kurd tevlî pêvajoyê bên kirin. Em wekî Enternasyonala Sosyalîst, bang li welatan, hikûmetan, saziyan dikin. Em ji herkesî re banga ‘werin em bi hev re, tevlîbûna jinan a li mekanîzmayên biryarên siyasî zêde bikin, ji bo ku pevçûn bidawî bibin, bila jin di her biryarê de zêdetir bibin xwedî mafê gotinê’ dikin. Tevlîbûna jinan a li hemû teşebusên aştiyê, di her astê de divê pêk bê. Ji bo pevçûn bi awayekî demokratîk bidawî bibin, aştî û ewlehî, jêneger in. Ji bo ku ev encam pêk bê, divê diyaloga çêker bê avakirin û muzakere berdewam bikin.”
Meclîsa Jinan a BDP’ê pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir
Meclîsa Jinan a BDP’ê jî, ji Komîteya Civîna Herêmê ya Jinê ya Enternasyonala Sosyalîst re encamnameyek pêşkêş kir. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku li Tirkiyê pevçûn her ku diçe zêdetir dibin û komkujiya Roboskiyê jî nîşan daye ku avakirina aştiyê çiqas girîng e. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku hê jî berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin û lêborîn nehatiye xwestin, dê dev ji vê bûyerê jî bernedin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku divê pirsgirêka kurd ne bi konsepta şer, bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û ev daxwaz hatin pêşkêşkirin:
"* Ji bo ku tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî pêk bê, bangewaziyên pêwîst ên navnetewî bên kirin,
* Ji bo ku berpirsyarên Roboskiyê bên aşkerakirin û berpirsyar ji gelê kurd lêborînê bixwazin, teşebusên pêwîst ên navnetewî bên kirin,
* Ji bo ku nêzî 500 ji wan jin nêzî 8 hezar siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan ên bi hinceta KCK’ê hatine girtin tavilê bên berdan, bangên navnetewî bên kirin,
* Ji bo ku şertên tenduristî û jiyanê yên girtiyên nexweş, girtiyên jin û bi giştî hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de di çarçoveya mafên mirovan de bên sererastkirin, teşebusên pêwîst ên navnetewî bên destpêkirin,
* Ji bo ku hikûmeta Tirkiyê hemû hewldanên têkildarî destpêkirina pêvajoya qanûnî ya ‘Qedexeya Zarok jiberkirinê’ ya ji bo hemû jinan bi fikar e tavilê paşve bê girtin, bangewaziyên navnetewî bên kirin û ji bo çalakiyên rêxistinên jinan ên Tirkiyê, piştgirî bê dayîn."
(hp/ho)
