Şanoya Jixweber her hefte li pêşberî şanohezane

08:03

 


Şêrîn Hiso / JINHA


AMED - Şanogerên kurd, forma Şanoya Jixweber tevlî hunera kurdî dikin. Şanoger Berfîn Emekdar diyar kir ku ew di berdewamiya xebatên xwe de, şanoya jixweber hîn pêşbixin û wiha got: “Me xwest di şanoya kurdî de cihekê bidin şanoya jixweber. Şanoya jixweber dê bibe bingeha şanoya kuçan.”


Bi xebatek komîn, şanogerên hemû komên şanoyê yên Amedê û Kurdistanê dest bi pêşandana şanoyên jixweber kirin. Şanoyên jixweber temaşevan tê de bi awayekî aktîf tevlî testa şanoyê dibe. Şanoya jixweber cûrek popîler e di nava Turkiyeyê de, lê ev cerabeyên yekemin ku ev rengê şanoyê bi kurdî tê leyîstin.Taybetmendiya şanoya kurdî ya jixwber ew e ku kevneşopiya kurdî  bi rengek hunerî derdikeve dikê. Xebatkara Şanoya Bajarê Mezin a Amedê Şanoger Berfîn Emekdar 15 salin bi hunera şanoyê re eleqedar dibe.


‘Em dengbêjiyê tevlî şanoya jixweber dikin’


Berfîn destnîşankir şanogerên kurd di riya atolyeyên hunerî de gihiştin encama ku karibin bi şanoyên jixweber derkevin hemberî şanohezan. Berfîn anî ziman ku tevlîbûna temaşevanan a nava tevgera şanoyê mijarên lîstikan dewlemed dike û wiha got: “Şanoya jixweber ya kurdî cûda ye, ji ber ku karîkter û çîrokên kurdan çûda ne. Dengbêjiyê jî tevlî lîstikên xwe dikin û me kir wekî teknîkek taybet. Em dê bi vî awayî dewam bikin û gelek tiştên gelerî tevlî Şanoya Kurdî ya jixweber bikin û lîstikên kurdewar ava bikin. Rayekisyona temeşevanan pir baş e. Em dê her hefte derkevin pêşberî temaşevanan.”


‘Mijarên balkêş tên pêşinyarkirin’


Berfîn bi lêv kir ku di lîstikekê de derdikeve û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di şanoya jixweber de dekor, senaryo û kostima wê tune ye. Ev dibe sedem ku em karibin bi hêsanî her hevte derkevin pêşberî temaşevanan. Mijara lîstikê temaşevan li gorî xwe diyar dikin. Gelek mijarên balkêş ji alî temaşevan ve tê pêşinyarkirin. Pirsgirêka me ew e ku em her tim ser esasê forma şanoya kilasîk dixebitin û şanoyek sazkirî dileyîzin. Di pêşerojê de dibe ku hunermendên, şêwekar yan jî wêjevan mîvan bînin da ku ew jî derkevin ser dikê û di Şanoya jixweber de bibin lîstikvan.”


‘Bingeha şanoya kuçan e’


Berfîn da zanîn ku şanoya jixweber di demek nêz de dê bibe bingeha şanoya kuçan û wiha pêde çû: “Di şanoya kuçan de jî pêwîstiya me bi dikê, ronahî û dekorê tune ye. pirsgirêka ku hunera şanoya kurdî ana jiyan dike ew e ku tekstên şanoyê tune ne. tunebûna tekstan jî pirsgirêkek mezin ji bi berhem dayînê. Dema ku teknîka şanoya jixweber pêşbikeve, em karin çîrokên xwe yên kurdî jî tevlî lîstikê bikin. Bi Şanoya jixweber em dikarin bi hêsanî xwe bighînin navçeyan û gundan. Ev yek dê bibe sedema pêşxistina hunera şanoya bi zimanê kurdî. Em mijaran ji sedî sed ji temaşevanan digrin.”


‘Temaşevan û lîstikvan tune ne’


Berfîn anî ziman ku hunera şanoya kurdî ji nû ve dest bi xwe avakirinê dike û wiha axaftina xwe bi dawîkir: “Em wek şanoger, gelek cûreyên şanoyê diceribînin. Şanoya jixwber ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin tê. Lê pêwîste em bêjin di Şanoya jixweber de temaşevan tune ne. navbera lîstikvanan û temaşevanan ew perde tune. Spora şanoyê xebatek kolektîf û demokratîk e. Lewra şanoya jixweber li gorî bîrdoziya me ye. tekoşîna ku kurdan daye destpêkirin, êdî xwe  di hunera me de bêtir nîşan dide.”


(sh/zt)