Cenazê N. S li Bazîdê hat veşartin
13:33
Adar
26
/ 2015
JINHA
AGIRÎ - Cenazeyê jina bi navê N.S. a 16 salî bi zorê hatî zewicandin û ji ber şîdeta dîtî ‘întîxar’ kir li gundê Kamercikê yê Bazîdê hate definkirin.
Cenazeyê jina bi navê N.S. (18) a 16 salî bi zorê hatî zewicandin û li navçeya Ebexê ya Wanê ji ber şîdeta dîtî "întîxar" kir li gundê Kamercikê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê hate definkirin. Cenazeyê N.S. ji aliyê endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ve ji Navenda Tipê ya Dursun Odabaş ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hate wergirtin û ber bi Agiriyê ve hate şandin.
Cenazeyê N.S. li gund hat definkirin.
(zt)
