Rojeva sereke ya jinên arjantînî şîdeta ser jinan e

15:01

 


Bêrîtan Elyakut- Caroline Mckusick/JINHA


AMED - Endama Tevgera Gel ya Şanaziyê Magdalena Roggî  bal kişand ser Têkoşîna ku ev 29 sal e ya bi navê  ‘Hevdîtina neteweyi ya jinan’  û wiha got: “Li Arjantînê rojeva jinan ya sereke şîdeta ser jînan û pirsgirêka kurtajê ye.”


Endama Tevgera Gel a Şanaziyê Magdalena Roggî ya ku tevli Meşa Jinên Cîhanê ya ku starta wê li Nisêbîna Mêrdînê hat dan, Konferansa 1’emîn a Rojhilata Navîn ku li Amedê pêk hat û tevli pîrozbahiya Newrozê bû der barê rêxistinbûna jinan û ya ciwanan a li Arjantînê de axivî û diyar kir ku ji bo gelê kurd û têkoşîna gelê kurd nas bike haitiye bakurê Kurdistanê.  Magdalena diyar kir ku li Arjantînê wekî li hemû derên cîhanê li Arjantînê jî wekî li hemû deverên cîhanê tevgera ciwanan ji gelek rêxistinan pêk tê û ev tişt got: “Cîwanên Arjantînê rêxitinbûna xwe li ser têkoşîna li hemberî kapîtalîzmê dane avakirin û li hemberî wê têdikoşin. Ciwan niha girîngiyê didin têkoşîna ji bo mafê perwerdeya bê pere.”


Magdalena diyar kir ku ni ha li Arjantînê ciwan ji aliyê serdestan vê tên dixewvebirin û divê ku ciwanên Arjantînê demek  beriya demekê xweji vê rewşê rizgar bikin û wiha berdewam kir: “ Dî vê têkoşîna ciwanên arjantînî tenê ne ji bo perwerdeya bê pere û ji bo xizmetên tenduristiyê be. Di haman demê de divê ku têkoşîna wan ji bo civakeke nû be jî û em niha niqaşên xwe li ser vê dikin.”


‘Rojeva me ya sereke şîdeta ser jinane’


Magdalena diyar kir ku Arjantînê xwe dî tevkgerke jinan ya bi hêz e û der barê mijarê de wiha axivî: “Ev 29 sal e ku 40 hezar jinên arjantînî di bîn navê ‘Hevdîtina Neteweyî ya jinan’ tên gel hev û ji bo şîdeta li ser jînê têdikoşin. Li Arjantînê şîdetek zêde li ser jinê tê meşandin û ji bilî vê ve jî pirsgirêka jinan ya qedexekirina kurtajê ji heye. Jinên ku dibin şer û mercên xirab de tên kurtajkirin pirên wan jiyana xwe ji dest didin. Piraniya jinên ku dimirin tenê ne ji ber ku jinin ji ber ku jinên xizan in dimirin.  Ji ber vê jî niha rojeva me ya sereke şîdeta li ser jinan û qedexeya krutajê ye. Ev 20 sal e ku em ji bo van her du mijaran têdikoşin.”


Magdalena destnîşan kir ku ew hê nû têkoşîn kurdan nas dikin û avaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Em wekî Tevgera Ciwanan gelek tişt hene ku em ji ciwanên kur d hîn bibin. Ji ber ku xwedî rêxistineke bi hêz in. armanca wan diyar e û ji bo rizgariya gelê kurd têdikoşin.”  


(aw)