'Ên ku dibêjin ma çiyê we kême’: Ax, nasname , zarokên me…

15:09

 


Zehra Dogan / JINHA


MEXMÛR - Bi hezaran jinên kurd ên ji ber zext û zordariya dewletê neçarman koçî Kampa Ş. Rûstem Cûdî Mexmurê bibin, gotinên Erdogan ên ‘Pirsgirêka kurd tuneye. Ma çiyê we kême?’ nirxandin


Kurdên ku di salên 1990’î de gundê wan hat şewitandin û ji ber zextên dewletê neçar man mal û axa xwe terk bikin ku derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn, jiyaneke hevbeş birêxistin kirin û li ser lingên xwe man. Niha bi deh hezaran kurd li Kampa Penaberan a Ş. Rustem Cûdî Mexmûrê dimînin. Li Mexmûrê ku niha li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan mezin heye, çav li ser rewaş dawî ya pêvajoya çareseriyê ye. Herî dawî di Nawroza Amedê de peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwend. Gelê kampê ku bi kelecanek mezin peyama Ocalan şopandin, bersiv dan gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên ‘Êdî pirsgirêka kurd tuneye. Ma çiyê te kême?’


‘Me ji bo jiyanek nû û azad rêya mirinê hilbijart’


Jina bi navê Fadîle Kanit (55) der barê mijarê de axivî û diyar kir ku di salên 90’î de li Şirnexê gundê wan hat şewitdandin, sewalên wan li ber çavên wan ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin, bi hezaran kurd bi awayekê bêrehim hatin qetilkirin û cenazeyê wan li pişt wesayîtên zirxî yên leşkeran hatin kaşkirin.  Kanit anî ziman ku ji ber van sedan wan axa xwe terk kir û wiha axivî: “Me ji bo jiyanek nû û azad rêya mirinê hilbijart û em kamp bi kamp geriyan heya ku em karî em warekê ji xwe re peyda bikin. Mexmûr warê me yê dawiye. Piştî em derbasî Mexmûrê bûn jî, em rastî zilma Seddam û rêveyariya Herêma Federal a Kurdistanê hatin. Ev yek ji hemû êşan bi mezintir bû. Li vê derê ji me re digotin ev ‘tirkin.’ Lê ji ber ku em kurd bûn bi salan rastî zextan hatin. Hîna nasnameyekê me tuneye. Li vê derê li ser nasnameyên me ‘Kurdên Tirkiyeyê’ nivîsandiye. Ji bo em xwe aîdê vê derê nebînin, vê yekê bi me didin hîskirin.”


Kanit bal kişand ser pêvajoya muzakereyan û wiha got: “Hîna tu gav ji aliyê hikûmetê ve nehatiye dayîn. Ewlehiya canê me hîna li Tirkiyeyê tuneye. Heya ku qada demokrasiyê neyê avakirin, em nafikirin ku vegerin Tirkiyeyê. Di vê rewşê de em nikarin pişta xwe bi dewletê girê bidin.”  


‘Êdî modelekê jiyana me heye’


Ayşe Arzu ya 52 salî jî diyar kir ku dewleta tirk jiyan li wan kir zindan û wiha axivî: “Hikûmetên demên derbasbûyî demxa ‘terorê’ danîn ser me û zarokên me. Dibin navê terorê de tiştek nema bi serê me de neanîn. Lê li vê derê me jiyanek nû ji xwe re avakir. Êdî modelekê jiyana me heye. Li gel van hemûyan em ê çawan baweriya xwe bi dewletê bînin? Divê dewlet berî her tiştî baweriya me qezenç bike.”   


Jina bi navê Halîme Cûdî (60) jî got ku baweriya wê bi tirkan nemaye û wiha bi lêv kir: “Dewlet û hikûmeta qala aştiyê dike, lê gavan na avêje. Ji ber vêyekê baweriya me bi wan nayê. Ger em rojekê vegerin jî, em ê ne bi saya wan, bi saya têkoşîn û Rêbertiya xwe vegerin. Ji ber vê yekê bila ji me re pirsa ‘hûn çidixwazin’ nekin. Ji xwe ew ê di dawiya têkoşîna me de bizanibîn a em çi dixwazin.”


(aw)