Jinên kurdîstanê xwe amade dikin ku biherikin çeman

15:21

 


Tekoşin Tekîn/ JINHA


AMED  - Ji  ber  pêkutiyên salên 90’î Jinên neçar man ku koçî Amedê bibin, ji bo ku biçin çemên axa xwe de melevantiyê bikin xwe  amade dikin.


Bi  germbûna hewayê re jin û zarokên kurdîstanê ji bo ku biçin di çêmên erdnîgariya kurdîstanê de melevantiyê bikin herikîn kursên melevantiyê. Mala Lîstokê ya Zaroka Solîn û Hewzê Melevaniyê yên di bingeha Şaredariya Rezan a Amedê de faaliyet dide meşandin niha ve rastî elqeyek mezin tê.  Heftê 4 rojan ku kursa melevaniyê tê dayin hîn niha ve  40 endamê wê heye. Antrenorê hewzê melevaniyê Mizgîn Oner diyar kir ku jin bêtir ji bo spor tên melevaniyê û wiha domand: “ Hewzê ku jin û zarok tên gel hev, ji aliyekî ve jin sporê dike, ji aliyê din ve jî ez bi zarokan re wexteke pir xweş derbas dikim. 


Antrenora hewzê Mizgîn Oner bilêv kir ku li Amêdê li hemberî spora avê eleqeya jinan heye û divê ev yek hîn zêde bê belavkirin û wiha pêde çû: “ Spora melevaniyê ji bo tenduristiyê girînge. Jinên ku pirsgirêka wan a tenduristiyê heye melevaniyê tercih dikin. Ji bo vê jî divê ji bo jinan hîn zêde qad bê vekirin.” Mizgîn anî ziman ku Jin bi melevaniyê re têgeha ‘jin di mal de rûdinên’ dişkênin û wiha got: “ Ji bo vê jî hin jinan bi hevjînê xwe re pirsgirêk dijîn. Hevjînê wan ji wan re digot çi karê te heye bi melevaniyê re. Ev têgeh têgeheke xeteriyê dide jinan. Jin li vir him dibin xwedî fizîkek bi tendurist him jî digêhêjin zanestiyeke jinê ya bi hêz.”   


Niha 40 kursîyerên me yên jin hene’


Mizgîm Oner diyar kir ku ki ber ku koçberiyên salî 90’ î li navçeya Rezan dijî heremeka Amedê ya girînge divê li ser hîn zêde bê sekinandin û wiha domand: “Jinên ku mexdûrê koçberiyêne hîna ew travma derbasnekirine. Divê li Rezan xebatên jinan ên girîng bê meşandin. Bi melevaniyê dê jin  zêdetir bikaribin xwe îfade bikin.  Beriya niha li herêma Rezan jinan tu xebat û çalakî nedîtine. Ji ber vê jî daxwaz pir zêdeye. Niha 40 kursîyerên me yên jin hene. Jinên ku tên vir temenê wan di navbera 15 û 55’ an de ne. Temenê wan çi dibe bila bibe heman kelecaniyê dijîn. Bi tevlêbûna van kursan jin adtivîteyên xwer pêş dixin.”


(aw)