Li Qamişlo pêşengehek Newroza me hat vekirin

17:00

 


Zinarîn Aydîn/JINHA


QAMIŞLO – Li navenda Çandê ya Mihemed Şêxo pêşangeha Newroza me ya wêneyan hat vekirin. Pêşangeh ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê.


Li navenda Mihemed Şêxo bi organîzekirina Desteya Çand'ê, TEV Çand û alîkariya hin şêwekaran pêşengehek bi navê Newroza me a salê hate vekirin. Bi tevlîbûna hunermend Mihemed Alî Şakir û Wezîra Çand û Huner Bêrîvan Xalid ji pêşengehê re, Kesên ku wêneyên wan di salona pêşengehê de daliqandî bû li ser wetaya wêneyên xwe axivîn. Mamosta Nurşîn Hesen, girêdayî wêneyên ku xêz kiribye axivî û got: "Wêneya ku min çêkiriye min xwestiye tê de êşa gelan û herikîna xwînê ya ku di encama şeran de pêş dikeve û ya ku bi xwe dibe sedemê êşan, îfade bikim."


Jiyan Dawid ya ku ev 12 sale wêneyan çêdike di wêneya xwe de xwestiye dîmeneke ji xwezayê û xweşikbûyîna wê îfade bike. jiyan got ku ew pir ji vî karî hez dike û çawa ku gelek mirov bi riya helbest û sitranan hestên xwe îfade dike, ew jî bi riya wêneyan xwestiye ku hezkirina xwe ji xwezayê re îfade bike.


Samir Galo jî ku demek dirêje bi karê wêne çêkirinê re mijûl dibe, wêneya xwe weha rave kir: "Di wêneya xwe de xwestiye ku ez kurdistan mîna jineke xweşik bidim nîşandan. Giriyên ku kurdistan dibarîne ji ber êşe bindestiyê û perçekirinê ye. Lê zarokên vî welatî ji her çar parçeyan jî êdî bi êşa kurdistanê radibin radibin."


'Jina kurd û rastiya şer'


 Cudî Mihemed ê 13 salî û di vê pêşengehê de xelat ji aliyê desteya çandê ve girt li ser wêneya xwe axivî. Cudî got ku ev çar sale ew wêneyan çêdike, ji ber ku pir ji karên wêneyan hezdike li ser wê perwerde bûye: "Jina kurd ji ber rastiya şer westiya ye, dilê wê bi ser zarokên wê ve ye, dixwaze ku zarokên xwe bi hezkirin himêz bike û wan ji êşan xelas bike."


'Huner dema dibe karekî civakî bi weta dibe'


Hunermend Mihemed Alî Şakir yê ku ev çil sal besteyan çêdike, bi tevlîbûna xwe ji pêşengehê re reng da salonê, her weha sitrana ay gewrê ku wî bi xwe gotinên wê nivîsandiye ji aliyê du ciwanên hunermend ve hate gotin. Alî Şakir got ku wî helbesta xwe ya yekemîn di salên 1969'an de nivîsandiye û weha berdewam kir: "Min nêzîkî dused û pêncî helbest û awaz çêkiriye. Gelek hunermendên weke hunermendê nemir mihemed şêxo, şivan perwer, gulîstan perwer, şehrîbana kurdî û gelek xizmên minî hunermend jî helbest û awazên min weke sitran gotine. Ez bi vê yekê gelekî kêfxweş û ser bilind bûme. Huner dema dibe karekî civakî bi weta dibe"


Wezîra çand û huner Bêrîvan Xalid jî got: “Me dixwest di vê pêşengehê de tevayî şêwekarên di rojava de kom bikin, lê me nikarî bû yên Afrîn û Kobanê bînin vir ji lewma me di Kantona Cizîrê de bi destgirt û weha berdewam kir. Me dixwest ku her sal pêşengehekê vekin û çi şêwekarên ku hebin em kom bikin, heya niha çil û çar kes kom bûne. Me xwest ku ev pêşengeh bive bingehek ji bo yekîtiya şêwekaran her weha ewê konferansê wan jî bê li dar xistin. Wê ev pêşengeh heya 4'ê nîsanê berdewam bike û di 4'ê nîsanê de jî ewê girtina wê bê çêkirin. 


(za/zt)