Li Çiyayê Şengalê girêdana jiyanê

09:14

 


Zehra Dogan/JINHA


ŞENGAL – Li Şengalê her roja ku diçe rewşa tendiristiya jin û zarokan ber bi xirabiyê diçe. Ji ber nebûna av û xwarinê ji bo ne mirin zarok diçin çiyayan pincar dînin weke xwarinê dixwin.


Ji ber êrîşên  çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxê de ser Şengalê kirin welatiyên Şengalê li Çiyayê Sencarê de xwe parastin û li gel hêzên YBŞ û YPJ Şengal ê tekoşîna jiyanê didin. Gelê Şengalê yên di çiy ade bi cîh bûne, hîna li derdora wan çete hene, ew di konan de jiyana xwe berdewam dikin. Di navbera Dêrika Rojava û Şengalê de hêzên YPG û YPJ’ê korîdor vekirine û pêdiviyên kampê yên rojane tînin cîh. Korîdor jî di bin ewlehiyek mezin de tê girtin. Her çend rojan tankera avê digihe kampê û welatî pêdiviyên xwe yên rojane li gorî wê tînin cîh.


‘Bi gêzikên ku zarok kom dikin xwe pê germ dikin’


Hadisa Reşo diyar kir ku zarokên wan heya êvarê di çiyan de gêzikan kom dikin û ew jî bi wan gêzikan di tenurê de nana çêdikin û pê dijîn û got: “Çiya gelek sarin, em di konên naylon de germ nabin. Gaz û tiştên şewitandinê nîne. 6 zarokên min hen, yê biçuk jî 2 saliye. Pêdiviya zaroka min bi mama heye, lê em nikarin van pêdiviyan bînin cîh. Hemû zarokên li vêderê nexweşin, ji ber sermayê em nikarin serê wan bişon. Bi ew gêzikên ku zarok kom dikin, em hewildidin xwe germ bikin, li gel wê jî em nafikirin çiyayên xwe berdin. Dema ku em vêderê valabikin, dê çete bigirin. Emê desturê nedin vê.”


‘Em bijîşkan dixwazin’


Sêvê Mahmud ya 40 salî jî bilêv kir ku ji ber çiya bi şev gelek sare zarokên wan hemû nexweş ketine û wiha got: “Li hember çeteyên DAIŞ’ê me xwe avêt hembêza çiyayê xwe û li ber xwe da. Em di van çiyayan de tekoşînê didin, lê mixabin bi qasî tê xwestin alîkariya me nayê kirin. Zarokên me ji têhna ava ku bi rojan di tankerê de dimîne vedixwin. Heger li van deverên nêz çend bîran bikolin dê pêdiviyên me yên avê jî çareser bibin. Hemû zarokên li vê derê nexweşin. Ne bijîşk û ne jî derman nîne. Herî kêm her meh carekê komek bijîşk dikarin bên dikarin li tendiristiyê binêrin.”


‘Min bêriya hemû êzidiyan kiriye’


Du xwişk Kismet Xidir ya 12 salî û Hasret Xidir ya 17 salî jî anîn ziman ku ew ji serê sibê de derdikevin çiya pincar û êzingan kom dikin tînin û bi wê xwe li jiyanê digirin. Kismeta 12 salî got: “Jiyana me gelek ne başe, em êdî dixwazin vegerin mala xwe. Her  roj din ava heriyê de heya derengiya şevê di xebitim. Ji ber yê ne xebite dê ji birçînan bimire. Em dixwazin ji bom e alîkarî bê kirin.” Hasreta 17 salî jî wiha got: “Her ku êrîş berdewam bike dê berxwedana me jî berdewam bike. Min gelek bêriya hemû êzidiyan kiriye. Ez hêvîdarim ku emê cardin rojekê bên bahev. Ji bo jiyankirina wan rojan ez li vêderême û ezê berxwedanê berdewam bikim.”


‘Li ber çavê min û zarokên min hevserê min qetilkirin’


Hena Bapi jî diyar kir ku girêdayî jiyanê ti baweriya wê nemaye û wiha domand: “Li ber çavê min û zarokên min hevserê min qetilkirin. Ev êşek çawaye kî dizane. Ma jiyanek wiha dibe? Li halê me binêrin û ji bo bidawîbûna vî şerî tiştekê bikin. Her tişt gelek xirabe, ji bo dawîbûna van rojan ez duayan dikim. Ez hêvîdarim ku hemû tiştên em dijîn kabûse be û dema ku em şiyar bûn her tişt weke berê bibe.”


Kamila Heci ya 45 salî jî wiha qala bûyerên  li Şengalê hatin jiyîn dike: “Jiyan gelek zore, av û xwarin nîne. Konên em têdene dilop dike. Gaz nîne, her tişt gelek zore. Me axa xwe berneda û emê bernedin. Em dixwazin tola Êzidixanê ji qetluamciyan rakin. Bi hezaran jin revandin û hîna hestiyên ciwanên me li çolanin. Heya niha em rastî gelek komkujiyan hatin. Divê dawî li van komkujiyan bê.”


‘Yên li pêş direvîn rizgar bûn …’


Şîrîn Said ya pênc salî ku tuka kirasê diya xwe bernade jî bi hişê xwe yê zarokatiyê  watedayîna jiyanê wiha dibêje: “Diya min gelek digirî. Ez bawerim ji ber gelek sare ji ber diya min nikare me germ bike û xwarinê bide me digirî. Mirovên me qetilkirin. Em li gel yên man reviyan çiya. Weke pêşbaziyê em direviyan. Yên di pêş de direvîn xilas bûn yên dinê hatin qetilkirin.”


(zt)