Li Silêmaniyê semînera ser rewşa jinên kedkar

10:30

 


JINHA


SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê ser rewşa jinên karker yên di sektorên taybet de di xebitin semînerek hat dayîn. Di semînerê de hat gotin ku rewşa jinên kedkar li kurdistanê gelek xirabe.


Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê bi pêşengiya Rêxistina Însyatîfa Komeleya Medenî (CSI) ve semînerek taybet li ser rewşa jinên kedkar yên di sektorên taybet de kar dikin hat dayîn. Amadekara projeya yeksan a ji bo jinê karker yên li sektorên taybet Xelat Mihemed axivî û got: “Semîner bi taybet li ser jinên karker yên li sektorên taybet de kar dikin bû. Me di 15.07.2014’an de ev xebat daye destpêkirin û wê heya 14.07.2015’an berdewam bibe. Armanca me ewe ku em jinên siyasî û di rêxistinan de, li ser rewşa jinên karker yên di sektorên taybet de kar dikin de  agahdar bikin. Ji ber ku rewşa karkeran bi giştî li Kurdistan di rewşek gelek xirap deye.”


(zd/zt)