‘Li hember mêtîngeriya karkeriya demsalê lezdana vegera gundan’
11:22
JINHA
AMED – Hevseroka GOÇ-DER’ê Fatma Esmer diyar kir ku ji bo kêmkirina mêtîngerkirina kedê wan dest bi xebata vegera gundan kiriye û got: “Piştî pêvajoya çareseriyê ya ku Birêz Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an ya Amedê de dayî despêkirin de me dest bi xebata xwe ya vegera gundan kiriye. Bi vî awayî li gundê Xaçek û Heridan yên Pîran ê xebatên me berdewam dikin.”
Bi koçberiyê re hemû çavkaniyên jiyanê ji destê bi milyonan kurdan girtine û barê wan dane karkeriya demsalê ya aliyê Tirkiyê de. Li Tikiyê GOÇ-DER ji bo vegera gundan ya karkerên di şertên herî giran yên mêtîngeriyê di karkeriya demsalê de dixebitin dest bi xebatê kiriye. Girêdayî mijarê Hevseroka Komeleya Çand û Piştevaniya bi Koçberan re ya Amedê (GOÇ-DER) ê Fatma Esmer da zanîn k udu sedemên sereke yên koçkirina kurdan ya aliyê Tirkiyê û wiha got: “Di despêkê de di salên 1950’an de weke mekanîk kirina çandiniyê çêbû û di salên 1990’an de jî bi zorê gund valakirin û gundî koçber kirin.”
‘Li gundên Xaçek û Heridan ji nû ve veger heye’
Fatma bilêv kir ku ji bo alîkarîkirina karkerên demsalê ya giring amadekirina şertên vegera gundane û wiha axivî: “Xebatên me yên amadekariya vegera gundan piştî pêvajoya çareseriyê ya k udi sala 2013’an Newroza Amedê de Birêz Abdullah Ocalan dayî despêkirin despêkir. Xebatên me li gundên Xaçek û Heridan yê Pîranê berdewam dikin. Niha xebatên me hatine despêkirin ji ber ya herî giring û rêya çareseriyê ji bo karkerên demsalê vegera gundane.”
‘Dê lig undan jiyana komunê bingeh bê girtin’
Fatma balikand ser zoriyên di dema valekirina gundan de gundiyan kişane û wiha domand: “Ji ber ji bo gundiyên ji gundên xwe koç kirine ti çavkaniyên hilberînê yên xwe jiyankirinê nîne ji ber wê berê xwe didin gundên dinê xwe bidin jiyan kirin. Dê vegera gundan ne weke vegerek kilasîk be. Ev ne tenê em weke GOÇ-DER talbe dikin. Di heman demê de ev taleba gundiyên ji gundên xwe koç kirine jî. Dê bi giştî lig undan jiyana civakî bê avakirin. Dê bi şêweyek malên gundan, malên gel, dibistanên çandê û wekedinê bên avakirin.”
(zt)

