Dê Riha ber bi Amarayê ve bimeşe

12:27

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên Rihayê dê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Êdî bes e, ji Ocalan re azadî" ber bi Amarayê ve bimeşin. 

Weke her sal îsal jî gelê kurd dê di rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ber bi Amarayê ve biherike. Meş dê bi pêşengiya TUHAD-FED'ê de di 4'ê Nîsanê de pêk bê. Pîrozbahî dê di 3'yê nîsanê de li Xelfetiyê piştî pîrozbahiyê pêk bê. Rêxistina DBP'ê ya Rihayê bi boneye pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bi dirûşmeya "Êdî bes e, ji Ocalan re azadî" ber bi Amarayê ve bimeşin. 

'Em ê heta Amarayê bimeşin'

Îsmaîl da zanîn ku dê di 31'ê adarê seat di 09.00'an de ji Gola Mahsiya bi girseyî dest bi meşê bikin û wiha axivî: "Weke her sal em ê dîsa ji rojbûna Serokê kurda Birêz Abdullah Ocalan bi coşekê mezin pîroz bikin. Her çar parçên Kurdîstan welatiyên kurd bi tevlîbûnek bêhempa beşdar dibin. Em jî wek welatiyên Rihayê ji bo xwedîderketina Ocalan û azadiya wî em ê 4 roja heta Amarayê bimeşin."

'Aştî bê Ocalan nabe'

Îsmaîl desnîşan kir ku heke dewleta tirk samîm be û pêvajo bi awayekî baş bimeşi divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê azadkirin û wiha got: "Li vî welatî nêzî şerekî qirêj hat kirin. Êdî dema aştiyê hatiye. Bê Serokê kurda pêvajo jî nameş e û tu aştî jî pêk nayê. Em kurd êdî ji bo serokê li ser piyanin. Bila hemû kes tevlî vê meşê bibin û heta Amarayê Qada Aştiyê bimeşin."

(zt)