Xelata Metin Goktepe bi ‘Qêrîna Jinên Êzidî’ JINHA yê vergirt

13:24

 


JINHA


STENBOL Xwediyên Xelata Rojnamegeriyê ya Metin Goktepe diyar bûn. Di beşa nûçeyên nivîskî de xelat hat dayîna nûçeya ajansa me ya bi sernave ‘Qêrîna Jinên Êzidî’ edîtora me Zehra Dogan vergirt.


 Îsal 18’emîn Xwediyên Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe diyar bûn. Li gorî nûçeya di Evrenselê de cîh girtî; juriyên pêşbaziya îsal Yazgulu Aldogan, Melda Onur, Celal Başlangiç, Erol Onderoglu, Fikret Îlkiz, Kamil Tekin Durek, Amberin Zaman, Belma Akçura, Murat Sabuncu, Hilmi Hacaloglu, Başak Şengul, Nazim Alpan, Yalçin Dogan û Huseyîn Aykol cîh girtin. Dê xelat di 10’ê nîsanê de bi merasîmekê bên dayîna xwediyê wan.


Xelata nûçeyên nivîskî Zehra Dogan vergirt


Xelata nûçeyên nivîskî hat dayîna JINHA yê. Edîtora me Zehra Dogan bi nûçeya xwe ya bi navê ‘Qêrîna Jinên Êzidî’  ya di 3 yê Adara 2015’an de hatî weşandin hêjayî xelatê hat dîtin. Zehra Dogan li gel jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve li Til Alfer, Baaj, Aseyba, Rabia, Şengal, Koço, Til Azêr, Suudi Arabistan, Rakka bi 10 dolaran hatine firotin re axivî.


 (zt)