'Hêrsa jinan zêde dibe û tekoşîna wan bilind dibe'

09:12

 


Bêrîtan Elyakut/JINHA


MÊRDÎN – Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hember berxwedana YPG/YPJ’ê ya Kobanê darbeyên giran xwarin êdî berê xwe dane gelên bê hêza parastinê. Di meha sibatê de êrîşî gundên suriyaniyan kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol Akay êrîşên DAIŞ’ê ên ser gelê suriyanî û polîtîkaya wan ya ser jinan nirxand û got: “Hêrsa jinan zêde dibe û tekoşîna wan bilind dibe.”


Di 24’ê sibata sala 2015’an de DAIŞ’ê êrîşî 35 gundên suryaniyan yên li kêleka Çemê Xabur yên girêdayî Hesekê kirin. DAIŞ’ê 350 gundiyên ku piraniya wan jin, zarok û kal revandin. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol Akay girêdayî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser gundên suryaniyan û hedefgirtina revandina jinan wiha axivî: “Kolekirina civakê bi kolekirina jinan re despêkir. Çeteyên DAIŞ’ê jî despêkê êrîşî jinan dike, tecawîz dikin, li bazaran weke mal difiroşin, dixwazin bi van kirinan civakê kole bike.”


DAIŞ êrîşî gelên bê hêza parastinêne dikin’


Februniye balkişand ser polîtîkaya DAIŞ’ê ya kolekirina civakan û wiha domand: “Li Şengalê hêzên parastinê yên YPG/YPJ û YBŞ’ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek mezin didin. DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê li wê rastî berxwedana YPJ’ê ya destanî hatin. Dema ku DAIŞ’ê zanî li hember kurdan nikarin bi serkevin êdî êrîşî gelên bê hêzên parastinê dikin. Gelê suryani yên bê hêza parastinê hedef girtin.” Februniye bilêv kir k udi êrîşên ser Musilê de çeteyan jinên êzidî û suryanî revandin û wiha berdewam kir: “Li wê qirkirinek mezin ser gelê êzidî kirin. Di wan êrîşan de jin, zarok û mêr revandin birin û qetilkirin. Niha jî bi qasî 300 kesan xeber ji wan nayê girtin û ji yên xeber jê nayê girtin jî piranî jinin.”


‘Widad ji bo jinên suryanî bûye weke sembolekê’


Februniye anî ziman ku gel û tayîbetî jî jin ji tevgera kurdan cesaretê digirin û tevlî tekoşîna leşkerî dibin. Februniye da zanîn ku jinên suryanî jî ji çalakiya fedayi ya Arîn Mîrxan ya li hember çeteyên DAIŞ’ê bandor dibin û cesaretê digirin. Februniye ji jinên suriyani yên beşdarî berxwedana Kobanê bûne Widad Yunan weke mînak nîşan da û got: “Weke Widad Yunan gelek jinên suryanî beşdarî nava berxwedana YPJ’ê bûne. Widad ji bo gel bendena xwe kir mertal heya guleya dawiyê şer kir û ji bo jinên suryanî bû sembol. Piştî Widad gelek jinên suryanî çek hilgirtin û di çeperan de cîh girtin. Ez hêvîdarim ku çeteyên DAIŞ’ê li hember hêzên parastinê yên suryanî têk biçin.”


‘Hêrsa jinan li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêde dibe’


Februniye derbirî ku ji bo jinên suryanî yên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin metropolîtên herêmê bi eşîrên ereban yên peyîwendiya wan bi DAIŞ’ê re hene hevdîtininan dikin û wiha pêde çu: “Heya niha 23 kes ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgar kirin lê ji yên mayîn jî agahî nayê girtin.”


(zt)