Xelfetî ji pêşwaziya meşa Amarayê re amade ye

09:19

 


JINHA


RIHA - Pîrozbahiya ji bo 66'emîn a rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya TUHAD-FED'ê dê li Xelfetî ya Rihayê pêk bê. Amadekariya ji bo pîrozbahiyê ber bi dawiyê ve diçe. Xelfetî bi dirûşma "Êdi bes e ji Ocalan re azadî" welatiyan pêşwazî bike. 

Xebatên pîrozbahiya ji bo 66'emîn a rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya TUHAD-FED'ê dê li Xelfetî ya Rihayê pêk bê bi lez û bez didome. Piştî coşa bi heybet a Newrozê "Ji Ocalan re azadî" niha jî bi heman daxwazê di 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan li welatê yê hatiye dinyayê li gundê Amarayê ya Xelfetiyê bê pîrozkirin. Xebatên pîrozbahiya 66'emîn çend mehan berê bi wesayîtên kar dest bi xebatê kiribûn. Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram der barê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Qada Azadiyê ya taxa Karaotlakê pêk bê agahî da. 

'Em ê mêvanên xwe bi coşeke mezin pêşwazî bikin'

Mûstafa diyar kir ku bi alîkariya şaredarên DBP'ê yên navçeyên Rihayê bi lez û bez amadekariyê didomînin û dê bi kelecanek mezin deh hezaran welatiyan pêşwazî bikin. Bayram da zanîn ku qada pîrozbahiyê bi temamî ji nû ve avakirine û wiha axivî: "Bi alîkariya şaredarên Hewag, Wêranşar û Pirsûsê em ê ji bo mêvanên xwe konan vedin. Her wiha ji bo hezar welatî bi cih bibin, xanî hatine amadekirin. Li derdora qadê 22 tuvalet hatiye avakirin. Heta 1'ê nîsanê hemû xebatên amadekariyê dê bi dawî bibin."

'Ji bo azadiya Serok bila her kes tevlî meşa Amarayê bibin'

Mûstafa destnîşan kir ku ji bo welatiyên Rihayê yên bi meşê werin Xelfetiyê bi taybetî pêşwazî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî rêxistinên DBP û HDP'ê em ê welatiyên me yên ji Rihayê bi meşê werin bi taybetî û bi coşekê mezin pêşwazî bikin. Ji bo azadiya Serokatî divê her kes werin Qada Azadiyê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî meşa Amarayê bibin. Wek her salî îsal jî kelacanek mezin derketiye holê û îsal bi tevlîbûnek mezin rojbûnê pîroz bikin."

(kom/zt)