'Meşa Azadiyê ' di rêya Amara dene
09:44
Nurcan Yalçın/JINHA
AMED – Di çarçoveya çalakiyên rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bi pêşengiya TUAD-FED’ê bi duruşma ‘Ji Rêbertî re Azadî’ dê meş bê despêkirin û piştî 4 rojan li Amara bi dawî bibe. Bi boneya meşa dê di 31’ê Adarê de despêbike amadekarî berdewam dike. Bi wesîleya 66’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê dê 66 hunermend derkevin dikê.
Bernama 4’ê Nîsanê ya ku ji bo kurdan weke kevneşopiyekê lê hatiye îsal gelek zêde û dewlemende. Dê îsal 11’emîn çalakiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya TUAD-FED’ê bê lidarxistin. Dê di 31’ê Adarê de ji Riha û Semsurê bi duruşma “Ji Rêbertî re Azadî” meş despêbike û starta çalakiyan bi meşê despêbike. Dê di 3-4’ê Nîsanê de li Amara û Xelfetiyê konser bên dayîn. Her wiha di 66’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê de li Amara yê 66 hunermend derkevin ser dikê.
Di 3 yê nîsatê de hevdîtin û di 4’ê de jî çalakî
Ji Rêvebera TUAD-FED’ê Dilek Ozer girêdayî meşa bi duruşma “Ji Rêbertî re Azadî” û hemû çalakiyan agahî da û wiha domand: “Dê meşa ji Riha û Semsurê despêbike dê di 3’ê yê nîsanê de li Xelfetiyê bigihin he. Emê li Xelfetiyê hemû gelê xwe yê ji Kurdistan û Tirkiyê bên pêşewazî bên.” Dilek bilêv kir ku dê di 4’ê Nîsanê de li gel bi hezaran mêvanên ji bo rojbûna Rêberê Abdullah Ocalan kombibin bi hev re ber bi Amara ve bimeşin û wiha berdewam kir: “Dê serê sibê di saet 10.00’an de li mala ku Rêbertî lê hatî dinyayê pîrozbahiyekê bikin. Paşê jî emê li cihê di sala 2009’an de şer lê derketî û du hevalên me Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag lê jiyana xwe ji dest dane bîranînekê li darbixin.”
‘Emê kelecana xwe di 4’ê Nîsanê de bi guhêzin Amarayê’
Dilek anî ziman ku dê di 4’ê Nîsanê de li Parqa 4’ê Nîsanê ya Xelfetiyê mitîngek bê li darxistin û wiha dom kir: “Em hemû gelê xwe vedixwînin. Em îsal bi duruşma ‘Ji Rêbertî re Azadî’ hemû gelê xwe vedixwînin qêrîna azadiyê û jiyan kirina kelecana wê rojê. Ji bere w roj rojek ji rêzê nîne, her kes bi zanabûna roja rojbûna gelekê û berxwedanê tevlîbibin. Di heman demê de berxwedana kurdan di Rojhilata Navîn de tê wateya rizgariyê. Emê bawerî û kelecana gelê Botanê ya ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê heya Amedê bi duruşma ‘Ji Rêbetî re Azadî’ meşiyan û berî 21’ê Adarê xwe gihandin Amedê di 4’ê Nîsanê de veguhêzin Amarayê. Dê bi Peyama Rêbertiyê re kelecana m edu qat bibe û emê bi wê şanaziyê 4’ê Nîsanê pîroz bikin.”
(zt)

