Jinên ku xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin gihan malbatên xwe
10:45
JINHA
DUHOK – 5 zarok û 2 jin ji aliyê YPG/YPJ’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgar kirin û li gundê Baadrê yê Duhokê teslîmî malbatên wan hatin kirin. Jinên gund di pêşwazîkirinê de lorandin, demdirêj jin ser lingan man û hev hembêz kirin.
Hîna nêzî 7 hezaran jin û zarok hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de girtîne. 2 jin û 5 zarok ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hatin rizgarkirin û li gundê Baadrê yê girêdayî bajarê Duhokê yê Ferêma Federala Kurdistanê gihan malbatên xwe.Endamên Platforma Tekoşîna ji bo Jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin ya ji aliyê KJA, KCD, HDP, DBP û HDK’ê ve hatî avakirin Feleknaz Uca, Sabriye Orak, Fatma Gul û endama meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak ji bo jin û zarokên hatine rizgarkirin bigihînin malbatên wan ji Amedê ber Duhokê ve kektin rê. Li gundê Baadrê yê Duhokê malbat û hemû xizmên wan kombûn û di dema hevdîtinê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Jinan di pêşewazîkirinê de loran din, giriyan û demdirêj ser lingan hev hembêz kirin.
‘YPG/YPJ jin rizgar kirin’
Ser navê Platformê Fatma Gul axaftinek kin kir û diyar kir kul i gundek yê nêzî Kobanê jin û zarok di operasonekê de ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hatine rizgar kirin û got: “Jin ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hatin rizgar kirin. Dema kum e ev agahî bihîst me xwe gihand jin û zarokan û ew anîn gihandin malbatên wan. Ji xwe di hevdîtinên me yên berê li gel rêveberên vêderê û Rojava re hebûn. Ev jî encama wêye. Di demê pêşiya me de dê xebatên me bi vî awayî berdewam bike.”
‘Jin li hev xwedî derdikevin’
Fatma bilêvkir ku dema jin bi malbatên xwe re hatin bahev kêliyên hestiyar hatin jiyîn û wiha berdewam kir: “Di aliyê şêwirmendiya jinan de ev pêngavek giringe. Jinên bi mehan di destê çeteyan de mane, bi rêxistinek wiha xilaskirina wan û gihandina wan ya malbatên wan ji bom e jî giringe. Ji ber wê jî ez difikirim ku jin jî ji vê rêxistinbûnê moral û hêzê bigirin.”
Banga ji bo dibin banê platformê de kombûna jinan
Fatma ji bo rizgarikirina nêzî 7 hezar jin û zarokên di destê çeteyên DAIŞ’ê de banga seferberiyê li hemû jinan kir û wiha berdewam kir: “Ji bo jinên di destê çeteyan de demek zu bên rizgarkirin divê hemû jinên cîhanê beşdarî platforma me bibin, di aliyê madî û manewî de alîkariyê bikin.”
Feleknaz Uca jî diyar kir ku ji bo jin û zarokên di destê çeteyan de bên rizgarkirin dê lez bidin xebatên xwe yên platformê û ji bo yên rizgarbûne jî dê xebatên xwe berdewam bikin.
(zt)

