Li Rojava yekem festîfala şanoyê

11:09

 


Perwîn Xelîl/JINHA


QAMIŞLO - Li bajarê Qamîşlo yê Kantona Cizîrê bernameya 1’emîn Festîvala Şanoya Kurdî destpê kir.


Bi boneya 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê û  salvegera Erdogan Kahraman (Yekta Kahraman) ku bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamîşlo yê Kantona Cizîrê ve 1’emîn Festîfala Şanogeriya Kurdî hat li darxistin. Di festîfalê de Tevgera Çand û Hûner, Desteya Çand û Hûner û endamên Şano ya Raniya ya Başûrê Kurdistanê û bi amadebûna sedan welatiyan, 1’emîn Festîvala Şanoya Kurdî ku wê 7 rojan dewambike hat vekirin. Vekirina festîvalê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre axaftin li ser navê komîteya amedekar a festîvala şanoya kurdî, Tev-Dem, Desteya Çand û Hûner, koma şano ya bajarê Raniya, hatin kirin.


Di çarçova festifalê de dê pêşbazî bê çêkirin


Di berdewamiya vekirina şano de sînefizyon û şano ji aliyê komên çand û hûnera Mihemed Şêxo ve hatin pêşkêşkirin. Her wiha vekirina festîvalê bi stranên ji aliyê koma Berxwedan berdewam kir. Derbarê vekirina festîvala şanoya Kurdî li bajarê Qamîşlo, armanca vekirina wê û bernameya wê Hevseroka Tev-Çand Daliya Mistefa axifî û wiha got: “Ev yekemîn festîvale li Rojava tê lidarxistine, bi boneya roja şanoya cîhanê em jî wek Çand û Hûnera Qamîşlo, ji bo hemû şanoyên Kurdî derkevin holê me ev festîval lidarxist. Ev festîval wê 7 rojan dewam bike. Heta 3 yê nîsanê ji hemû bajarên kantona Cezîrê wê 10 kom beşdar bibin û di dawiyê de yên biserbikevin wê ji aliyê komîteya Çavdêr ve bên xelatkirin.”


(px/zt)