Dayikên Şemiyê: Qatîlê zarokên hîna nehatî dinyayê li kuye?
12:52
JINHA
ŞIRNEX - Li Cîzîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan xwestin faîlên kujerên Leyla Îregur ya 4 meh ducanî li gel 3 kesan di bombebarankirina balefirên şer a 1994'an de li mala xwe hat qetilkirin bê darizandin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya heftene li qada Hunerê hatin cem hev û çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Di çalakiya hefteya 327'emîn de MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-FED û rêxistinên DBP û HDP'ê û hevşaredarên navçeyê jî amade bûn. Dayikan wêneyên kesên ji hêla JÎTEM'ê ve hatine windakirin hilgirtin û pankarta "Albûma şehîdan" li qadê vekirin.
‘Em nikarin mezarê wan jî ziyaret bikin’
Di hefteya 327'emîn de Hatîce Îregûr çîroka keça xwe Leyla Îregur di bombebarana ji hêla dewletê ve di sala 1994'an de pêk hat de li malê jiyana xwe ji dest da. Hatîce bal kişand li ser hovitiya dewletê û wiha axivî: "Kesên keça min bi awayekî hovane hat qetilkirin diyar in. Di sala 1994'de li gundê Şaxê yê Cizîrê di encama bombebarana dewleta tirk a li ser gundê me de keça min, hevjînê wê û bûka min hatin qetilkirin." Hatîce da zanîn ku dema keça wê hat qetilkirin ducanî bû. Hatîce got ku dewleta tirk nahêle zarokên di zikê dayika xwe de jî bên dinê û ev tişt anî ziman: "Bila kujerên keça min bên darizandin û heya dilopek xwîna me ya dawiyê jî em ê li pey doza xwe bin."
Piştî axaftinê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
(ma/zt)

