20 rojin feministên Çînê dibin çavan denin
15:26
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di dema amadekariyan de operason hat kirin û 5 aktîvîstên feminist hatin girtin. Ev 20 rojin aktivîst di bin çavan denin û ji ber nexweşiyê rewşa hinek ji wan giran dibe. Kampanya ji bo serbestberdana feministan hatiye despêkirin.
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li hember tacîzê lig elek bajaran jinan li hember wesayîtên guhastinê çalakî kirin. Di dema amadekariya çakakiyan de 5 aktîvîstên parêzvanên mafê jinan hatin girtin. Hîna her 5 feminist dibin çavan de tên girtin. Ji feministên hatin girtin Wu Rongrong tedawî ne pejirand û her diçe rewşa tendiristiya wê ber xirabiyê diçe. Hat zanîn ji bo cezakirinê cîh nedane Wu û ew li erdê radikeve. Her diçe rewşa girtiya nexweş Wu ber bi xirabiyê diçe. Aktivistek dinê Wang Man jî nexweşa dile.
20 roj girtina 5 jinan lig elek deverên cîhanê hat şermezarkirin. Ji bo feministên heya 3 salan ceza ji wan tê xwestin Rêxistina Mafê Mirovan, AB, û NY jî di navê de gelek rêxistinên jinan kampanyeya îmzayan dane despêkirin.
(zt)

