'Êdî bes e; Ji Rêber Apo re azadî'
09:15
JINHA
RIHA - Ciwanên Meclîsa DBP'a Rihayê ji bo kongreya ciwanên kurd a di 26'ê Nîsanê de li Amedê pêk were û ji bo meşa Amarayê kermes vekirin.
Ciwanên Meclîsa DBP'a Rihayê ji bo kongreya ciwanên kurd a di 26'ê Nîsanê de li Amedê pêk were û ji bo meşa Amarayê li parka Elî Şellî li ber rawestgeha turîstîkê kermes hat vekirin. Kermes ji hêla sedan welatiyan ve hat ziyaretkirin. Endamê meclîsa ciwana Omer Akpolat li ser navê meclîsê axivî û diyar kir ku ev kermes hem ji bo tevlîbûna kongreyê û hem jî wek bangewaziyekî ji bo tevlîbûna meşa mezin ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Amarayê kirin.
'Êdî bes e; Ji Rêber Apo re azadî'
Omer destnîşan kir ku ciwanên kurd yên Rihayê dê bi girseyî tevlî meşa Amara, kongreyê bibin û wiha got: "Em êdî azadbûna Rêber Apo dixwazin. Ji bo vê yekê ji çi pêwîst bike em ê bikin. Di vê herkes tevlî pîrozbahiya 4'ê Nîsanê bibe. Em ê di 31'ê Adarê de tevlî meşê bibin û biherikin Amarayê. Îsal dê bibe sala azadiya Rêber Apo. Di serîde ciwan êdî her kes dixwaze Rêberê Gelê Kurd di nav xwede bibîne. Êdî bes e; Ji bo Rêber Apo azadî."
(zt)

