80 sal jiyana di konek qetiyayî de
09:23
Filiz Zeyrek/JINHA
AMED – Halime Acar ya ku hîna 10 salî li gel malbata xwe ji Mêrdînê koçî Edenyê kiriye jiyana wê ya hejariyê ji wê rojê heya niha berdewam dike. Pîra Halime ya ku ji ber nexweşiyê hevserê wê û 4 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane di mala xirabe de dijî. Halime ya 80 salî bi firotina xafikan debara xwe û zarokên xwe yên nexweş dike.
Halime li malek xirabe ya li taxa Daglioglu ya semta feqîran ya Edeneyê de dijî. Beriya salên 70’an Halime Acar li gel malbata xwe ji Mêrdînê koçî Edeneyê dike û heya niha tevayî jiyana wê din ava hejariyê de derbasbûye. Pîra Halime salên demdirêj di karên biçuk de bi dahatek kêm xebitiye û ji ber nexweşiyê hevserê wê û 4 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane.
80 sal jiyana nava feqîriyê de
Pîra Halime ya ku di xêzên ruyê wê de şopên hejariyê dixwiyê wiha dibêje: “Me rojên kesê alîkarî nedayî me û em birçî diman jiyan kirin. Ez ji çokên xwe nexweşim û nikarim tiştekê bikim. Em alîkariyê dixwazin, bila hinek destê xwe dirêjî me kin, yan jî em êdî nikarin di vê rewşê de bijîn. Ji derveyî Xuda kesê me nîne.”
Pîra Halime ji bo xwe bide jiyan kirin, ew xafikên di ciwaniya xwe de çêkiriye difiroşe. Halime ya ku bi vî awayî hem li xwe û hem jî li zarokên xwe yên nexweş dinêre anî ziman ku çend malên cîranên wan hene hîna hestên piştevaniyê li gel hene alîkariyê didin wan.
(zt)

