Li Sêrtê avakirina hevsengiya zayendiya civakî

10:45

 


JINHA


SÊRT – Desteya Navenda Jinan ya ku ji aliyê jinên xebatkarên Şaredariya Sêrtê ve hatî avakirin ji bo jian û zorokan cihên jiyana hevpar avadikin. Ji ber sedemên koçkirin, bêkarî û dîmenê gişti yê bajêr cîh nadin jinan dê mijara despêkê ya desteyê ji bo di aliyê çandê û jiyana civakî de pêşketinê dê mala gel bê avakirin. Cîgira Hevşaredara Şêrtê Elif Akgul Ateş girêdayî mijarê wiha got: “Em armanc dikin kul i Sêrtê hevsengiya zayendiya civakî avabikin.”


Li Sêrtê ji bo kêmkirina newekheviya civakî û zêdetir jin din ava jiyanê de bên dîtin jinan dest bi xebatê kirine. 5 meh berê Desteya Navenda Jinan ya ku ji aliyê jinên xebatkarên Şaredariya Sêrtê ve hatiye avakirin. Girêdayî mijarê Cîgira Hevşaredara Şêrtê Elif Akgul Ateş nirxandin kir û diyar kir ku ji bo jin û zarokê zêdetir di navendên jiyanê de cîh bigirin ew di xebitin.


Koç, bê karî û bajar


Elif da zanîn ku ew weke xebatkarên şaredariyê her 15 roj ji bo dabînkirina pêdiviyên heyî li hev dicivin, dema dicivin jî din ava 700 xebatkarên giştî de tenê hemûna 30 jinan mijarek ya rexneyêye. Elif bilêv kir ku armanca wan ya yekem rewşa jinên koçber, bê kar û ji bo din ava bajar de bi rehetî  jiyan kirinê derfet amadekirin.


Elif anî ziman ku di nava çend mehên dawiyê de li navçeyên wê 3 jin hatine qetilkirin û wiha berdewam kir: “Ev întihar hemû qirkirinin. Ji bo alîkariya jinan kirinê me civaknasek amade kiriye û em difikirin ji Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfînê derunasekê jî bigirin. “


 (zt)