Li Çinarê navnîşana jinan Jinwar e
13:05
Nurcan Yalçın /JINHA
AMED – Li Çinarê berî 4 salan Navenda Jinan Jinwar dest bi xebatê kiriye û bûye navnîşana xwegihandina jinan. Civaknas Umran Nar diyar kir ku ji bo kêmkirina întiharan li hemû taxên navçê û gundan dest bi xebatên meclisan kirine.
Navenda Jinan Jinwar ya ku di sala 2011’an de hatî avakirin ji bo jinan di navçeyê de îmza avêtiye binê gelek serkeftinan. Jinwar hewildide di aliyê civakî, derunî, ekonomî û çandî de xwe bigihîne jinan, pirsgirêkên wan derxe zanebûnê û ji bo çareseriyê têkeve nava hewildanan. Aktîvîstên Jinwarê dan zanîn ku ew dixwazin ji bo çareseriyê xwe bigihînin hemû pirsgirêkên nava navçeyê de heyî, her wiha balkişandin ser vê dema dawî zêdebûna întiharan û gotin: “Xwe gihandina hemû jinan armanca meye.”
Bi zimanê dayîkê xwendin û nivîsandin
Civaknas Umran Nar girêdayî xebatên navendê wiha axivî: “Xebatên me zedetir ji bo jinên şiddet dibinin e. Em ji bo jinan kursên nu vedikin û li ser şewirmendê perwerde didin. Ji bo jinên xwendin û nivîsînê nizanin em perwerda zimanê kurdî didin. Ji ber heya niha xwendin û nivîsîn bi zimanê biyanî dihat dayîn ev jî rê li ber zêdebûna bişaftinê vedikir û her diçu peyîwendiya jinan bi jiyan û zarokan re kêm dibû. Ji ber wê jî jin perwerda xwendin û nivîsînê hîn dibin.”
‘Mirina bi guman’
Umran anî ziman ku ji ber fewdalî li navçeyê serwere ji ber wê jî jin di jiyanê de zoriyê dibînin û wiha domand: “Piraniya întiharên çêdibin li gundan yên temenê wan di bin 18 saliyê re û karkeriya demsalê dikinin. Dema ku em bi malbatan re di axivin piranî bersivên ‘ti pirsgirêka keçên me nîne’ digirin. Her çendî malbat vê bersivê bidin jî lê gelek tişt tê hişê mirovan. Di serê van pirsgirêkan de gelek sedemên weke aborî, siyasi, civakî û derunî hene. Her çendî bi xwe jî întihar bikin, lê dema k udi aliyê civaknasiyê de mirov binêre piş wan întiharan gelek sedemên civakî dikar bibîne.”
‘Bi mezinbûna xebatê re em xwe digihînin gelek jinan’
Xebatkarek din ya Navenda Jinan Jinwarê Remziye Duran jî bilêv kir ku çî jinên wan xwe gihandinê di jiyana wan de demên dijwar yên hatîn jiyîn hene û wiha berdewam kir: “Dema kum e nû dest bi xebatên xwe yên sazîbûnê kirin, hijmara me gelek kêmbû. Piştî du salan me karî em şaxek xwe vekin. Dema ku em niha lê dinêrin em baş dibînin ku bandora wê çiqas zêdebûye. Dema ku xebat mezin dibe, em jî zêdetir dikarin xwe bigihînin gelek jinan. Di heman demê de em dikarin xwe bigihînin gelek pirsgirêkan.”
‘Emê lezê bidin xebatên meclisan’
Remziye derbirî k udi demê pêş de aramanca wan ewe kul i gundan jî meclisên xwe avabikin û wiha dom kir: “Di aliyê jinan de şidetên derunî, aborî, civakî û zayendî gelek bi bandor û zêdene. Em jî dixwazin li hember van şidetan bibin bersiv. Her diçe hijmara jinên xebatkar zêde dibe. Em armanc dikin ku bi riya meclisan xwe bigihînin jinên gundan jî. Emê li hemû taxên navçê û gundên derdorê meclisên xwe ava bikin. Bi avakirina meclisan emê zêdetir bikarin xwe bigihînin hemû jinan. Bê guman gelek sedemên întiharê hene, lê ya herî sereke jî şideta nava malêye. Di temenê biçuk 15, 16 û 17 saliyê de zewac heye. Dit emenê biçuk de zewac di aliyê derunî de dibe sedema şideta derunî û zêdebûna întiharê. Li Çinarê hîna pergala pir jiniyê heye û ev jî yek ji nîşaneyên serweriya jiyana fewdaliyê ya ser navçeyê ye. Ji bo derbaskirina van hemû pirsgirêkan rêya çareseriyê pergala meclisan e û bi meclisan xwe gihandina pirsgirêkan e.”
(zt)

