Dê jin di 4’ê Nîsanê de bêjin'Ji Rêber Apo re azadî'

14:01

 


Beritan Elyakut/JINHA


AMED Jinên kurd ji bo 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariyan dikin. Aktîvîsta KJA yê Elif Kaya diyar kir ku jinên kurd 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibînin. Elif da zanîn ku dê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biçin Amara û got: “Emê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê 'Ji Rêber Apo re azadî' biqêrin.”


Ji bo 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hefteyek ma, jinan lez dan xebatên xwe yên amadekariyê. Her sal gelê kurd 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Amarayê ve diherikin û daxwazên xwe yên azadiyê tînin zima. Aktîvîsta Kongra Jinên Azad (KJA) ê Elif Kaya girêdayî xebatên ji bo çalakiyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ku dê îsal li Xelfetiyê bê kirin nirxandin kir. Elif diyar kir ku 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd roja şiyarbûn û gihiştina nasnama azadiyê ye. Elif anî ziman ku 4’ê Nîsanê di aliyê gelê kurd de êdî weke kevneşopiyekê lêhatiye. Elif da zanîn ku dê 3’ê yê Nîsanê ber bi Amara ve bikevin rê û li wê mêvan bibin û dê li Amara yê di 4’ê Nîsanê de li benda herikîna bi hezaran mirovan ya ber bi Amarayê ve bin.


 ‘Şîar: Ji Rêber Apo re azadi’


Elif, wiha axaftina xwe domand: "Îsal azadiya Rêber Apo mora xwe li çalakiyên Newrozê xist, emê jî bi şîara 'Ji Rêber Apo re azadî' di 4’ê Nîsanê de li Amarayê bin. Em dizanin 4’ê Nîsanê bi qasî rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê kurd û roja berxwedanê ye.”


‘Dê jin azadiya Rêber Apo biqêrin’


 Elif bilêv kir ku weke KJA ji bo pîrozbahiyên Amarayê xebatên wan berdewam dikin û wiha axivî: “Ji despêkê heya niha di çalakiyên 4’ê Nîsanê de her dem jinan pêşengî kiriye. Ji ber nexşerêya Rêber Apo ji bo jinan xêz kirî jin dixwazin li Amarayê Rêber Apo wan silav bike. Em weke KJA di vê pêvajoyê de di azadiya Rêber Apo de kilît bûne û emê li Amara yê jî ji bo azadiya Rêber Apo biqêrin.”


‘Jin 4’ê Nîsanê weke zayîna xwe dibînin’


Elif destnîşan kir ku dê tekoşîna azadiyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji zarokatiyê heya niha berdewam kirî bişopînin û wiha domand: “Rêber Apo ji bo hebûn û azadiya gelê kurd, ji bo rizgariya hemû jinan teyîbetî jî jinên kurd ji bin zordariya deshilatiya mêran, ji bo azadiya hemû gelên tên çewisandin tekoşînek bê eman daye.” Elif bilêv kir ku gelê kurd 4’ê Nîsanê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke rojbûna xwe dibînin ji ber wê jî dê di 4’ê Nîsanê de bi awayê girseyî li çalakiyên pîrozbahiyê yên Amarayê de amade bibin.


 (zt)