KJAR’ê qetilkirina Ferxunde şermezar kir
15:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî qetilkirina jina binavê Ferxunde Efxanî şermezarkir û got: “Kuştina Ferxunde bûyerek ne exlaqî û cihê şermezariyê ye. Em sersaxiyê ji gelê şoreşger yê efxan welatî re dixwazin.”
Jina binavê Ferxunde (28) di 19’ê Adara 2015’an de li Efxanîstanê destpêkê bi daran hat lêdan û piştre bi wesayîtekê ve hat girêdan û bi erdê ve hat xişkandin. Paşê jî Ferxunde hat şewitandin. Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) di derbarê qetilkirina Ferxunde de daxuyaniyek nivîskî da, bi tûndî qetilkirina Ferxunde şermezarkir û wiha di daxuyaniyê de wiha hat got: “Hişmendiya baviksalari carek din li welatê efxan bi qetilkirina Ferxunde re derket holê. Em wek KJAR xemginiya xwe ji bo jinên tekoşer yên efxan tînin ziman. Ev bûyera ne exlaqiyane cihê şermezariyê ye. Em sersaxiyê ji gelê şoreşger yê welatê efxan re dixwazin. Gelek xalên hevbeş yên me jinên Kurd, li gel jinên qehreman yên Efxanî hene. Divê çarçoveyê de emê ji bo bilindkirina tekoşîna hevbeş a li dijî zihniyeta hakim li Efxanîstanê têbikoşin.”
(zt)

