Di şerê mulkiyetê de jî jin hedef tên girtin
15:36
JINHA
AMED - KJA, qetilkirina sê jinên li Hezexê di pevçûna ji ber zeviyan lanet kir.
Li gundê Xelanî yê girêdayî Hezexê ji ber sedemê lihevnekirina zeviyan de di nava malbata Çaliş û Yagan de şer derket. Di encama şerê di nava du malbatan de sê jinan jiyana xwe ji dest da. Kongreya Jinên Azad (KJA) têkildarî mijarê peyamek sersaxiyê weşand. KJA got: “Di sed sala em têde dijîn, her roj veguheriye komkujiya jinan û wiha dewam kir. Di pevçûna mulkiyeta pûçbûyî ya feodalîzmê de dîsa jin dibin hedef. Jina her roj rastî tacîz, tecawiz û êrîşê tê heta parastina xwe ya cewherî û rêxistinbûna xwe pêş nexe wê rastî êrîşên tinehesibandin û zîhniyeta serwer bê.”
Di peyamê de wiha hat gotin, "Jina rêxistinkirî li hember zîhniyeta heyî dema mekanîzmaya xwe ya parastina cewherî pêş bixe ji bo bûyîna civakek azad wê bibe derman. Wek KJA em vê zîhniyeta paşverû lanet dikin. Em sersaxiyê ji malbatên jinên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin.”
(zt)

