Li Rihayê qeza: 12 mirî
16:07
Adar
29
/ 2015
JINHA
RIHA - Li Rihayê di encama qezaya zîncîr de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li ser riya Riha û Akçakaleyê qezeya trafîkê pêk hat û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn. Li gorî agahiyan minîbûsa bi plaqeya 33 DGZ 31 li nêzî TOKÎ'yê bi tankera bi plaqeya 73 DB 398 re qelibî. Di encama qelibînê de wesayîta bi plaqeya 55 SL 017 jî tevlî qezeyê bû. Di encama qezaya zîncîr de piranî welatiyên Suriyeyê 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.
(zt)
