Li Hezexê 3’emîn mirina jinan

10:30

 


JINHA


ŞIRNEX - Li gundê Xelanî yê Hezexa Şirnexê di encama şerê dereketî de jina bi navê Kadriye Yagan ya birîndarbûyî li Amedê dihat tedawî kirin. Di dema tedawiyê de Kadriye jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ber bi Şirnexê ve xistin rê.


Li gundê Xelanî Hezexa Şirnexê di navbera malbata Çaliş û Yagan de ji ber nelihevkirina li ser ziviyan pevçûn derket. Di pevçûnê de hijmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 3 yan. Piştî bûyerê li gel jina ciwan Kevê Çaliş ya birîndar Ozgul Yagan jî rakirin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest dan. Piştî cenazeyê wan sipartina axê çend saetan paşê Kadriye Yagan ya 50 salî kul i Amedê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Kadriye Yagan dayîka Ozgul Yagan ya jiyana xwe ji dest dayî û Ramazan Yagan yê piştî bûyerê bi mirina mejî jiyana xwe ji dest dayi ye.


Piştî îşlemên  li Nexweşxaneya Dewletê Eyyubi ya Selahattin ya Amedê cenazeyê Kadriye Yagan ji bol i gundê Xelani yê Hezexa Şirnexê bê veşartin ber bi Şirnexê ve ket rê. Hîna tedawiya birîndarên dinê jî berdewam dike.


 (zt)