Şervanên YPJ’ê ji bo Ocalan besteyên stiranan nivîsîn

11:01

 


JINHA


QAMIŞLO  Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şervanên YPJ’ê besteyên stiranan nivîsîn. Şervanên YPJ’ê diyar kirin ku her sal bi nêzbûna 4’ê Nîsanê re kelecana wan zêde dibe û gotin: “Em roja dîtina Rêberê xwe xeyal dikin û bi wê baweriyê ji bo azadiya Rêberê xwe zêdetir têdikoşin.”


Şervanên YPJ’ê yên li eniya Til Barak 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin. Şervan li aliyekê hêvî û kelecana xwe parkirin li aliyê dinê jî hestên xwe bi besteyên stiranan tînin ziman. Şervanên YPJ’ê dibêjin: “Em bi nêzbûna 4’ê Nîsanê re azadiya Rêberê xwe hêvî û xeyal dikin.”


‘Min hesreta xwe aniye ziman’


Şervanên YPJ’ê hesreta xwe ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha anîne ziman: “Roja rojbûbna Rêberê me li gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz be. Mirov wê rojê kelecanek cuda dijî. Em dixwazin vê pêvajoyê bi aliyê Rêbertiyê ve erênî rêve bibin. Ez sitirana kum in bi xwe beste kirî diyarî Rêber Apo dikim.”


‘Emê Rêbertiya xwe ji girtîgehan derxin’


Ji Şervanên YPJ’ê Arîn Sabri da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiya hemû gelan kedek mezin dide mayîna wi di girtîgehê de êşek mezin dide û wiha domand: “4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêbera me ye. Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê em hêvîdikin ku Rêberê me li gel me be. Em bawerdikin ku çî dibe bila bibe emê Rêberê xwe ji girtîgehê derxin. Em Roja dîtina Rêberê xwe xeyal dikin û bi wê baweriyê ji bo  azadiya Rêberê xwe em zêdetir tekoşînê didin.”


Gotinên besteyên stiranê wihane:


“Rengê te her dem li ber çavê min/ Ez banî te dikim Rêberê min/ Ez ji hevalan pirsa te dikim/ Her demê l ite digerim/ Her dem rengê te li ber çavê mine.”


 (zt)