Heyeta Îmraliyê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
12:16
JINHA
HEWLÊR – Ji parlementerên HDP’ê Sirri Sureyya Onder û Leyla Zana li gel Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç ku nameya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ji bo Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî anî gihiştin Hewlêr û bi Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re rûniştin.
Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê û Berdevkê Şanda Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Leyla Zana, Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, ji bo di serî de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Celal Talabanî, ji partiyên siyasî re name û peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandiye ragihînin, gihiştin herêma kurdistan bajarê hewlêr. Şanda ku duh şev gihiştî Hewlêr, derbazî Mesîf bûn û bi serokê hikumeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêkanîn.
Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç a ku di şandê de amade bû, di derbarê hevdîtinê de axivî. Nilûfer got ku hevdîtina bi serokê hikumeta herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî re hatî kirin gelek erênî derbaz bû û got ku wana di hevdîtina li gel Nêçîrvan Barzanî de silavên rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ragihandine û got: “Nêçîrvan Barzanî diyarkir ku heya niha wan ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê, şoreşa Rojava û pêkanîna Kongreya Netewî alîkarî kirine û wê ev alîkarî ji niha û pêvejî berdewam bikin.”
Piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re dawî bu, şande berbi bajarê Silêmaniyê ve ketin rê. Piştî ku şande li Silêmaniyê nameya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan gihandin Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî, wê dîsa derbazî Hewlêr bin.
Tê payîn ku piştî şande vegeriya Hewlêr wê ji bo nameya Ocalan bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî hevdîtinek pêkbînin.
(za/zt)

