‘Kiryarên Roboskiyê li ku ne?’
10:18
AMED (JINHA) - Xizmên kesên di komkujiya Roboskiyê de hatine qetilkirin ku di panela MAZLUMDER’ê de axivîn, ji hikûmetê pirsa “Kiryar li ku ne?” kirin.
Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê, li Salona Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê panela bi navê "Roboskî" li dar xist. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, Cîgira Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, malbatên kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane yên bi navê Reşat And, Bahar Encu, Semîre Encu û Ferhat Encu jî di nav de, bi sedan kes tevlî panelê bûn. Panel ji du beşan pêk hat. Di destpêka panelê de, sînevîzyonek derbarê komkujiya Roboskiyê de hat nîşandan. Dema sînevîzyon hat nîşandan, beşdar û temaşevanan rondik barandin. Piştre, rûniştina yekemîn a panelê destpê kir. Reha Rehavîoglu moderatoriya panelê kir. Xizmên kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, yên bi navê Ferhat Encu, Bahar Encu, Semîre Encu û Raşît Ant di panelê de axivîn. Reha ku di destpêka panelê de axivî, diyar kir ku rayedarên dewletê û hikûmetê, destpêkê bi komkujiya Roboskî û hemû bûyerên diqewimin re rûbarî nabe û got ku ev yek jî travmayên li welat dijîn, kûrtir dike.
‘Ev 6 meh in kiryar nehatine aşkerakirin’
Piştre dayîka Selam Encu ku di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayî Semîre Encu, axivî. Dayîka Semîre, dema behsa komkujiyê kir, rondik barand û di axaftinê de zehmetî kişand. Dayîka Semîre, daxuyaniya Serfermandarê Giştî Necdet Ozer ku gotibû "Me PKK'yiyan kuşt" xwe neqayîl kir. Dayîka Semîre, nasname û tabloya nifûsê ya malbatê rakir û got: "Wisa be kî ev nasname û tabloya nifûsê da me, hemû PKK'yî ne? Tu dê ji vêya re çi bibêjî?" Bavê Adem Anil, Raşît Anil jî diyar kir ku ew ji her du çavên xwe emeliyatkirî bûye, lewma jî, nikaribû bixebite. Raşît got ku ji ber vê yekê Adem dev ji dibistanê berdaye û dest bi qaçaxvaniyê kiriye. Xwîşka Cîhan Encu ya mezin Bahar Encu jî, diyar kir ku ew hem xwîşk, hem bav û hem jî dayîka Encuyan bûye û Encu di bin 20 derece sermayê de mezin kiriye, parastiye, dewletê jî di nav deqîqeyek de ew bi bombeyan kuştiye. Bahar got ku “Hûn dibên hemû PKK'yî bûn, em jî dibêjin li wan dîmenên Heronê binhêrin, dê rastî wekê sîleyekê li rûyê we bikeve." Ferhat Encu jî, diyar kir ku di ser komkujiyê re 6 meh derbas bûye, lê hê rayedarên dewlet û hikûmetê hê jî lêborînek nexwestine. Ferhat destnîşan kir ku hê jî îfadeya kiryaran jî nehatiye girtin, di serî de 4 xizmên wan hatine girtin û derheqê 60 xizmên wan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
‘Kurd ev 100 sal in li kiryarên xwe digerin’
Di beşa duyemîn a panelê ku Seher Akçinar Bayar pêşkêşiya wê kir de, Cîgirê Serokê Giştî yê MAZLUM DER'ê Selahattîn Çoban, Zanista Siyasetê Nuray Mert, Serokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekîn û Lêkolînêr-Nivîskar Sabîha Unlu axivîn. Cîgirê Serokê Giştî yê MAZLUM DER’ê Selahattîn Çoban, derbarê rapora ku li cihê bûyerê hatiye amadekirin de, agahî da. Selahattîn diyar kir ku welatiyên vî welatî, ji hêla rayedarên vî welatî ve hatine qetilkirin. Serokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekîn jî, got ku “Ger hûn bixwazin Roboskiyê fêm bikin, ji kerema xwe re li pirsgirêka kurd binhêrin bes e. Orhan Gazî destnîşan kir ku kurd ev 100 sal in li kiryarên xwe digerin û wiha got: "Ev 100 sal in, komkujiyan dijîn. Roboskî jî, komkujiya dawî ye. Vaye em li Roboskiyê binhêrin, em dikarin hemû kiryarên komkujiyên pêk hatine, bibînin. Ev welat 6 meh in seat di 23.05’ê 28'ê berfanbara 2011'an de maye. Lewre hê jî li welat ne daraz, ne hiqûq, ne jî dewlet karê xwe dike. Lewre, li Tirkiyê pergala edaletê tuneye."
‘Yên hatin bombekirin ne dijmin in, welatiyên we bi xwe ne’
Nivîskar û zanista siyasetê Nuray Mert jî, derbarê medya û Roboskî de axivî. Nuray, diyar kir ku medyayê komkujiya Roboskiyê her tim wek qezayê nîşan dida û vê yekê bi rayedarên dewletê jî dida gotin. Nuray, destnîşan kir ku ev wek komkujiyê girîng e. Nuray, anî ziman ku divê mirov vê yekê di nava pêvajoya siyasetê de binirxîne û wiha pê de çû: "Vaye ev pêvajo, pêvajoya şer e. Li vir kesên bi balafirên şer hatin bombekirin, ne mîna ku ew dibêjin dijmin PKK ye, welatiyên wan bi xwe ye." Nivîskar û Lêkolînvan Sabîha Unlu jî, nêrîna kesên îslamî ya li komkujiya Roboskiyê, nirxand. Sabîha, diyar kir ku zilm li ser kî/kê bê kirin jî, divê mirov li hemberî wê têbikoşe.
Piştî axaftinan, helbesta ji bo Roboskiyê hatiye nivîsandin, hat xwendin. Helbest, bû sedema barana rondikan.
(ha/ho)

