Dewlet, malbat û hevserê N. S ew bir mirinê

13:00

 


JINHA


WAN - Rêxistinên jinan ên Wanê derbarê malbata N.S. a 18 salî ku li Ebexê hat îdîakirin întîxar kir, Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî, hevser, mela û keya de serlêdanan sûc kirin. Jinan gotin: “Di wê çekê de şopa tîliya hemû kesî heye. Ew tetîk, civak li hemberî cînayetên jinan û şîdeta li hemberî jinan bêdeng dimîn, dewleta cudakariya jinan zêde dike û saziya malbatê kişandi."

Li Wanê di demên dawî de întîxarên jinan zêde bûne. Rêxistinên jinan ên li bajar derbarê berpirsiyarên di mirina N.S. a ku hefteya borî li navçeya Ebexê ya Wanê hate îdîakirin ku întîxar kiriye bên cezakirin serlêdana sûc kirin. Endamên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) û Kooperatîfa Jinan a Jiyanê (YAKA-KOOP) li ber Edliyeya Wanê hatin cem hev û berî serî li dozgeriyê bidin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Aktîvîsta YAKA-KOOP'ê Şengul Şen ve hate xwendin. Şengul diyar kir ku jin her roj rastî tacîz û tecawizan tên. Şengul anî ziman ku di her qada civakê de jin rastî binpêkirinên mafan tên û ew vê yêkê weke "qeder" qebûl nakirin. Şengul da zanîn ku di nava hefteyekê de li Wanê 4 jinan întîxar kir û ew vê yêkê weke qeder qebûl nakin.

‘Di wê çekê de şopa tiliyê her kesê heye'

Şengul bilêv kir ku hevparên sûcê mirina N.S. (18) a ku tê îdîakirin li navçeya Ebexê ya Wanê bi çeka bavê xwe întîxar kir, dewlet, malbat û hevserê wê ne û wiha got: "Di wê çekê de şopa tîliya hemû kesî heye. Ew tetîk, civak li hemberî cînayetên jinan û şîdeta li hemberî jinan bêdeng dimîn, dewleta cudakariya jinan zêde dike û saziya malbatê kişandi." Şengul destnîşan kir ku ew dê derbarê sazî û kesên para wan di mirina N.S. de heyî de serlêdana sûc bikin û wiha axivî: "Li ser navê Edaletê em dê li ber saziya jê re dibêjin Qesra Edaletê serlêdana sûc bikin." Şengul balkişand ser cezayê muabetê yê li Nevîn Yildirim a ku tecawîzkarê xwe kuşt û da zanîn ku ji jinan re cezayê muabetê ji zilaman re jî "rewşa baş" ceza kêm dikin û wiha pê de çû: “Em dê li hemberî neheqiyên li hemû jinan tên rawestin."

‘Ji berpirsiyarên întîxarê re lêpirsîn şert e'

Prz. Mujde Tozbey Erden jî diyar kir ku ew dê derbarê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya çav li N.S. bi temenekî biçûk zewicandin, malbat, hevser, keya û mela de serlêdana sûc bikin. Mujde anî ziman ku ji bo pêşiya întîxarên jinan bên girtin divê berpirsiyar bên cezakirin.

Piştî daxuyaniyê jina li dozgeriyê serlêdana sûc kir.

(zt)