Dayîkên Aştiyê ji bo girtiyan kart şandin

13:06

JINHA


WAN - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re qert şandin.

Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re qert şandin. Dayîkên li ber Şaxa PTT'ê ya Îpekyolu hatin cem hev qerten amadekirin teslîmî rayedaran kir û şandin. Pişt re li ser navê dayîkan Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Leyla Duman axivî û diyar kir ku di ser de Ocalan divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Leyla anî ziman ku ji bo êdî darbest ji girtîgehan dernekevin divê girtiyên nexweş serbest bên berdan û hikûmet di vê mijarê de gavan bavêje û wiha got: "Weke dayîke êdî em naxwazin zarokên me di girtîgehan de bên girtin. Bi salane dewlet zarokên me di girtîgehan de dîl digire. Bila êdî dawî li van polîtîkayan bînin."

(zt)