Di yurda guhandina zarokan de şidet
14:49
JINHA
EDENE – Li Hêlîna Zarokan Mala Heskirinê û Yurda Gihandina keçan ya Edeneyê bi hinceta “çixare vexwarine” E. M. M û Ç. B ji aliyê Mudur Haydar T ve rastî şidetê hatin.
Li Hêlîna Zarokan Mala Heskirinê û Yurda Gihandina keçan ya Edeneyê bi hinceta di 20’ê adarê de “çixare vexwarine” E. M. M û Ç. B ji aliyê Mudur Haydar T ve rastî şidetê hatin. E. M. M ya bûye mexdura bûyerê dema ku ji Waliyê Edeneyê re daxwazname nivîsî bûyer derket holê. Di daxwaznamê de tê dîtin ku mudur pihîn daniye û gotinên şidetê kiriye.
E. M. M di daxwaznameya xwe de wiha gotiye: “Min û hevala xwe Ç. B me di baxçeyê piştê de çixare vedixwar û nîqaşdikir. Mudurê Saziyê Haydar T. Ber b ime ve hat û got: ‘Çixara xwe vemirînin’ pihîn li Ç. B xist û l imin vegeriya sê caran pihîn li heman lingê min xist û ser me de qêr kir. Paşê darê gêzik girt û li hevala min Ç. B xist. Me vê nêzîkatiya mudurê saziya me nîşan dayî maf nekiriye. Ev nêzîkatî ne tenê li hember min tê kirin, li hember hemû hevalên min tê kirin, lê kes dengê xwe dernaxe. Em ji vê mijarê gelek ne rehetin.”
Hat zanîn k udi derbarê Mudurê Malbat û Polîtîkaya Civakî ya Navendê de lêpirsîn hatiye despêkirin.
(zt)

