Dayîka pênc zarokan Renda li hember DAIŞ’ê welatê xwe diparêze

09:02

 


JINHA


TILTEMIR – Li Rojava jin li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û axa xwe diparêzin. Yek ji wan jî dayîka 5 zarokan Renda Mustefa ya li Tiltemirê dijî û ji bo parastina bajê li asayîşê de cihê xwe digre û wiha dibêje: “Ez bi vê yekê gelekî kêf xweş û serbilindim. Çi ji me bê xwestin emê bikin. heya nefesa xwe ya dawî jî ez dev ji welatê xwe bernadim û ger ez di vê dozê de jî şehîd bikevim ezê ser bilind herim."


Li Bajarê Tiltemir yê Kantona Cizîrê ya Rojava jin hem di eniya şer û hem jî di asayîşê de cîh digirin. Li bajar şerê li hember çeteyên DAIŞ`ê berdewam dike. Gelek jin di nava hêzên YPJ û Asayişê de cihê xwe digrin. Yek ji wan jî dayîka 5 zarokan Renda Mustefa ya 31 sali ye ku cihê xwe di Asayişa Jinê de digre. Renda û hevserê xwe di asayişa bajar de bi ermanca parastina welatê xwe bi daxwaz tevlî hêzên parastinê bûne.


`Pêwîste mirov tucarî şehîdên xwe ji bîr neke`


Renda Mustefa anî ziman ku ew ji bo parastina welatê xwe di asayişê de cîh digre û weha berdewam kir: "Em îro di rêya şehîdan de dimeşin. Pêwîste mirov tucarî şehîdên xwe ji bîr neke. Ez jî weke jinekê ji bo parastina welatê xwe li gel hevserê xwe di nava hêzên asayişê de cih digrim. Keçek min jî di nexweşxaneyê de ji bo dermankirina birîndaran kar dike. Ez bi vê yekê gelekî kêf xweş û serbilindim. Çi ji me bê xwestin emê bikin. heya nefesa xwe ya dawî jî ez dev ji welatê xwe bernadim û ger ez di vê dozê de jî şehîd bikevim ezê ser bilind herim."


`Encax jin bikaribin ji vê fedekariyê re pêşengtiyê bikin`


Renda ji bo tevayî jinan û keçan bangewazî kir û got ku pêwîste vegerin welatê xwe, bajarê xwe vala nehêlin û weha dom kir: "Pêdiviya welatê me bi me heye. Dijminên me dixwazin em dev ji welatê xwe berdin, ew vê yekê ser me ferz dikin. Dema ku berxwedan hebe û îsrara di welatê xwe de mayînê hebe wê dijminên me jî nikaribin bighêjin armancên xwe. Tu der nabe weke cî û warê mirov, îro fedekariyek tê xwestin, ji bo ku zarokên me di pêşe rojê de bikaribin bi aramî li welatê xwe jiyan bikin û mecbûrî biyanîbûnê nemînin. Encax jin bikaribin ji vê fedekariyê re pêşengtiyê bikin. Di berxwedana YPJ û YPG û Asayiş de em cihê xwe bigrin û welatê xwe ji neyaran paqiş bikin. Em îro roj di roja berxwedaniyê de jiyan dikin pêwîste ku her kes tevlî vê seferberiyê bibe."


(ja-sk/za/zt)