Li hember 'hilweşîna bajar' berxwedana jinan

09:04

 


Handan Tufan/JINHA


İZMİR – Feqîrên li taxên Ataturk û Sogukpinar yên navçeya Kemalpaşa dijîn bi hincetên “afet riski” û “veguherîna bajar” cihên wan xira dikin. Feqîr bi tirsa widakirina malên xwe de dijîn. Jin li hember “xirakirina bajar” li ber xwe didin û dibêjin emê tucarî desturê nedin xirakirina taxa xwe.”


Li taxên Ataturk û Sogukpinar yên navçeya Kemalpaşa bi hincetên “afet riski” û “veguherîna bajar” biriyara xirakirinê hatiye dayîn. Piştî ku biriyar di rojnama fermî de derket, di rojên derbasbûyî de di navbera Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Îdris Gulluce û Şaredarê Kemalpaşayê Ahmet Ugurlu de bi merasîmekê protokol hat îmzakirin û pêvajoya fermî hat despêkirin. 800 donum erdê ku bi hinceta “veguherîna bajar” û projeya “afet riski” yê li gorî kîjan raporên zanistî hatine amadekirin nehatiye diyar kirin. Jinên li hember “veguherîna bajar” li ber xwe didin diyar kirin ku ewê nehêlin taxa wan xira bibe.


‘Li her derê keda min heye’


Ji jinên taxê Eşe Kasap anî ziman ku wan li taxê jiyanek avakiriye û wiha domand: “Ez naxwazim ji derveyî vê malê li ti cihên dinê jiyan bikim. Ji ber her tiştê min li vê derêye. Bîranînên min li vêderêne. Min binê vî xaniyî kolaye. Ezê ticarî nedim veguherîna bajar. Ji ber li her derê keda min heye. Berî kul i taxê binêrin gelo çawan biriyara hilweşînê didin? Despêkê divê bên lê binêrin. Kes nehatine taxê. Ezê ticarî ji taxa xwe dernekevim. Ezê li taxa xwe xwedî derkevim.”


‘Ew biriyarek ser masê hatiye girtine’


Mujgan Kasap jî bilêv kir ku ev 20 sale li heman taxê rudine û wiha berdewam kir: “Divê yên ji van karan dizanin bên venêrîna van deran bikin. Em dizanin kes ji bo wan karan nehantine li taxê ne nêrîne. Ew biriyarek li ser masê hatî girtine. Ev tax tenê carekê jî ji erdhejan bandor nebûye. Em ticarî taxa xwe xira nekin.”


Elif Kasap derbirî k udi erdhejan de hinek deverên Kemalpaşa hejiyane û wiha dom kir: “Emê weke jinên taxê li ber xwe bidin. Emê ticarî desturê nedin taxa me bê xirakirin.”


 (zt)