Pirtûka xebata hevpar ya jinên kurd jineolojî derket

10:30

 


Bêrîtan Canozer / JINHA


AMED Pirtûka Jineolojiyê ya ji aliyê jinên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de mane ve hatiye amadekirin û ji aliyê Akademiya Jinên Azad ya Amedê ve hatiye berhev kirin derket. Aktîvîsta KJA yê Mekiye Ormanci diyar kir ku yekem care bi keda jinan ya hevbeş pirtûkeke tê amadekirin.


Pirtûka (zanîna jinê) jineoloji ya bi keda jinên bi hemban hestan ketine rê û bi salan di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de mane ve hatiye amadekirin êdî di refên pirtûkxaneyan dene. Di pirtûkê de di serî de ji jinên girtî Besime Gonca, Sara Aktaş, Pinar Işik, Pelguzar Kaygisiz, Nihayet Taşdemir, Ebru Gunay, Nesrin Akgul, Çîmen Işik, Zeynep Altinkaynak, Ayfer Ekin, Nilufer Şahin, Çaglar Demirel, Dirayet Taşdemir, Elif Kaya, Zohre Bozaci, Selver Yildirim û Olcay Kanlibaş nivîsên 17 jinan di pirtûkê de cîh digire.


‘Jinên kurd yekem car bi xebatek hevbeş pirtukek derxistin’


Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Mekiye Ormanci da zanîn ku xebatên jineolojiyê ji aliyê jinên di girtîgehan de ne hatiye despêkirin. Mekiye anî ziman ku ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di pirtûka Azadiya Civaknasiyê de diyar kiriye ji bo jin di beşê jineolojiyê de biramin, jinan jî dest bi xebatek wiha kiriye. Mekiye bi navê operasonên doza KCK’ê bi sedan jin hatin girtin bibîr xist û got: “Di sala 2013’an de dema ku em di girtîgehan debûn jineolojî kete rojeva me û me bi awayê atolye dest bi xebatên jineolojiyê kir. Bi giştî 17 jinan di vê xebatê de cîh girtin û nivîs nivîsîn. Ji berk eda wan ez ji hemû jinan re sipas dikim. Kebatek hevpar ya dîwarên girtîgehê bê wate dikeye. Ev ne tenê pirtûka jinekêye, pirtûka bi dehan jinane.”


‘Ji her temen û her kesiman jin hene’  


Mekiye bilêv kir ku ji her temen û kesîman jin di girtîgihan de hene û wiha domand: “Ji felsefê heya setetîkê, ji dîroka jinê heya zaniyariyê her kes ser mijarekê kur dibin. Dema ku mijarên xwe diyar dikin paşê jî dest bi xebatên lêkolînan dikin. Li gel xebatên kesanî em jinên girtîhegê li hev kom dibûn me nirxandin dikir û di encama nirxandin û dahurînan de em digihiştin encamê û me dinivîsî. Wê demê komisyona xebatê hebû.”


‘Ji bo wateya têgeha jineolojiyê nîqaş berdewam bû’


Mekiye destnîşan kir ku dê li gel feministên Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewrupayê nirxandinan bikin û di encamê de têgihekê derxînin û wiha dom kir: “Têgihîna jineolojiyê kirin ne gengaze, weke min gotî di vê mijarê de nîqaş hîna berdewam dikin. Em ser têgihê lêhurdibin. Jin çawa hatiye  û wê ber bi ku de biçe.”


Mija û nivîskarên di pirtûkê de cîh girtine wihane:


Heqîqet eşqe, eşq jiyana azad e - Abdullah Ocalan


Nirxandinên heqîqet û rêbaza jineolojiyê - Besime Gonca


Di rêbaza mitolojik ve din de berdewamiya şopa jinê - Pelguzar Kaygısız


Qirîza felsefa kilasik û çareseriya jineolojiyê - Sara Aktaş


Bi dîroka şaş rastî nayê jiyîn, yên dîroka xwe rast ne nivîsin nikarin rastiyê jiyan bikin - Pınar Işık


Ji jineolojiyê nêrînek li hişmendiya navenda zanînan Ewrupayê - Nihayet Taşdemir


Di zanistê de şopa berdewamkirina şopa jinê - Ebru Gunay


Weke jin rast têgihiştina hembûna xwe - Nesrin Akgul


Serhildana mêtîngeriya herî kevin û zayîna jineolojiyê - Çimen Işık


Di dîrokê de pêşdeçuna jiyana hevbeş û jiyana hevbeş ya azad - Zeynep Altınkaynak


Jiyana hevbeş ya ekolojik - Ayfer Ekin


Zayendî û zanediya politik - Nilüfer Şahin


Nêrîna li demografyaya jineolojik  - Çaglar Demirel


Têkiliyên malbatek demokratik gengaze - Dirayet Taşdemir


Di pêşketina ekonomiyê de jin ve jineoloji - Elif Kaya


Bi jineolojiyê rast nirxandina xwezayê - Zohre Bozacı


Ji dîrokê heya roja me jin û polîtîka - Selver Yıldırım


Azadiyek ne polîtîk şaşwaziyeke - Olcay Kanlıbaş


(zt)