Li Wanê kampanyeya hemberî şidetê despêdike

12:43

 


JINHA


Gulşen Koçuk / JINHA


WAN – Li hember cinayetên jinan yên bin navê ‘întiharê’ de tên kirin li Wanê kampanya hatiye despêkirin. Girêdayî kampanya ku dê starta wê sibê bê dayin Endama Koordinasyona Kampanyayê Nazmiye Acar nirxandin kir.


Li hember qirkirinên jinan yên her roja diçe li Kurdistan û Tirkiyê zêde dibe têkela Kongra Jinên Azad (KJA) dê ji 1’ê nîsanê heya 10’ê gulanê kampanya bidin despêkirin. Kampanyeya ji aliyê Koordinasyona KESK, TMMOB, DBP, HDP, Navenda Jiyana Jinan Rojin, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Kongra İslama Demokratîk û Mala Piştevaniya Perwerdê ve hatî despêkirin dê ne tenê ji bo mezinan hişmendiyê bide zarok û ciwanan jî. Dê kampanyeya starta wê di 1’ê Nisanê de bê dayîn piştî dema hatî diyarkirin jî berdewam bike. Di çarçova kampanyayê de dê gelek çalakiyên ji meşan, civînên malan, semîner heta bernameyên televizyonan berdewam bike. Dê kampanya li hemû navçeyan berdewam bike. Ji Rêveberên Navenda DBP’ê ya Wan û Endama Koordinasyona Kampanyayê Nazmiye Acar girêdayî rêyên tekoşîna li hember şidetê û kampanyayê nirxandin kir.


‘Bandora şer ser jinan’  


Nazmiye balkişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji Newroza 2013’an despêkirî û heya niha û wiha got: “Dibe ku şerek bi çekê li vêdrê tê kirin nîne, lê şerek pir qirê li bakurê Kurdistanê tê meşandin. Ev şer ji ser jinan tê meşandin.”


(zt)