Meşa ‘Ji Rêbertiyê re Azadî’ ya ber bi Amarayê ve despêkir

13:14

 


JINHA


RIHA – Baskê yekem ê meşa “Ji Rêbertiyê re azadî” ji Rihayê derket rê. Koma ku di nav de jin, zaro, ciwan, kal û pîr hene ji bo biçin Amarayê û 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bikin ji Rihayê ber bi Xelfetiyê ve derketin rê.

Rihayiyên ku ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bikin cara 11’emîn bere xwe dan gundê Amara yê ku Ocalan ji dayik bûye, ji xaçeriya SSK’ê meş dan destpêkirin. Bi sedan welatiyên ku di nav de Parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, hevserokên HDP û DBP’ê, hevşaredarên Pirsûs, Wêranşar û Hawêlê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de bi tîşortên li ser Ocalan nivîsiye hey eli xwe kirine pakartên “Rojbûna te pîroz be, ji Rêber Apo re azadî" vekirin. Welatiyan dirûşmên “Bijî serok Apo” “Bê serok jiyan nabe” “Rojbûna te pîroz be ey serok Apo” berz kirin. Li ser navê komê Hevserokê DBP’ê Îsmaîl Kaplan axivî û got ku ew ê ji bajarê pexemberan bi meşê biçin Amareyê û nirxandina “Azadiya Rêber Apo dê aştiya mayînde bîne Tirkiyeye” kir.

Piştî daxuyaniyê bi sedan welatî bi sirûd û staran ketin li ser riya Amareyê û wesayîtên ku di rê de diçin bi qorneyên û nîşaneyên serkeftinê ve piştgirî dan welatiyan.

Baskên din ên meşa “Ji Rêbertiyê re azadî” jî ji Dîlok û Semsûrê dê sibehê derkevin rê.

(zt)