Dê zarok bi wêne û rengan rengê taxan bi guherin

13:44

 


JINHA


AMED – Zarokên ku di atolyeya xêz û rengan ya li navçeya Surê de dixebitin dê di rojên pêşiya me de bi atolyeya xwe ya hunerê aliyê ji derve yê hemû bînayên li Surê û Alipaşayê reng bikin.


  Ji aliyê Serokatiya Dawireya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve ji bo 30 zarokan atolyeya wêneyan tê dayîn. Her rojên dawiya hefteyê ji saet 10.00’an heya 12.00’an perwerda 30 zarokên temenê wan navbera 7 heta 16 saliyê de despêdike. Atolyeya wêneyan ya ku di sibatê de despêkirî dê di gulanê de biqede.


Zarokên dest bi atolyeyê kirine zarokên ji gelek tiştan bê par mane


Perwerdêrê atolyayê Firat Erdogan diyar kir ku zarokên ji nava muzeya bajarê hatine li Surê di atolyeya wêneyan de dixebitin û got: “Zarokên tên li vêderê perwerdê dibînin ji gelek tiştan bêpar mane.”


 (zt)