Dozgerê doza Berkîn dîl hat girtin
15:33
JINHA
STENBOL - Hat ragihandin ku DHKC'ê dozgerê lêpirsîna doza Berkîn Elvan dimeşîne, dîl girtî ye.
DHKC'ê da xuyakirin ku wan dozgerê lêpirsîna Berkîn Elvan ê li Okmeydani bi kapsula gazê ya polîsan birîndar bû û piştî têkoşîna 269'an jiyana xwe ji dest da dimeşîne, li odeya wî ya li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê dîl girtiye. DHKC daxwazen xwe bi vî rengî anî ziman: "Polîsên Berkîn Elvan qetilkirine derkevin weşana zindî û li xwe mukur bên, ev polîs li dadgehên gel bên darizandin, her kesên ji ber tevlî çalakiyên ji bo Berkîn Elvan bûne hatine girtin, ji kar hatine avêtin û hatine sûcdarkirin, bên berdan, li kar bên vegerandin sûcdariyên der heqê wan de bên rakirin, di nava sê saetan de rê û rêbazeke ku bi awayekî ewle derkevin bê peydakirin, ji bo vê heyetek were avakirin, di nava vê heyetê de Umît Kocasakal, Sezgîn Tanrikûlû, parêzerekî ÇHD û kesek ji Meclîsên Gel hebin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku eger daxwazên wan heta saet 15:36'an bicih neyê anîn ew ê dozger Kîraz bê kuştin.
(zt)

