Li Çinarê mirina jinekê ya bi guman
16:25
Adar
31
/ 2015
JINHA
AMED - Hat îdîakirin ku li navçeya Çinarê jinekê întihar kiriye. Piştî otopsiyê cenazeyê S. G. li gund hat veşartin.
Li gundê Xurxurk ê navçeya Çinara Amedê jina bi navê S. G. li axurekî darvekirî de hat dîtin. Dema ku Zarokên wê ji dibistanê vegeriyan, diya xwe li axurê darvekirî dîtin. Hat îdîakirin ku dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê S. G. ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.
Piştî otopsiyê cenazeyê S. G. li gund hat veşartin.
Di nava sê mehên dawî de li Çinarê 5 jinan jiyana xwe ji dest dan.
(zt)
