Meşvan li Alîgorê ne
08:07
JINHA
RIHA - Ji bo azadiya Ocalan ji navenda Rihayê bi daxwaza 'Ji Ocalan re azadî' bi beşdariya sedan kesî meş tê lidarxistin û meşvan li Alîgorî bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Ji bo pîrozbahiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi daxwaza 'Ji Ocalan re azadî' ji Rihayê ber bi gundê Amarayê bi tevlibûna sedan dest bi meşê kirin. Meşvan 45 kîlometre meşiyan û gihîştin Alîgorê. Meşvan li Alîgorê bi dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "Ji Îmraliyê re hezar silav" û bi wêneyên Mahsum Karaoglan ku di sala 2009'an de ji aliyê leşkeran hatibû qetilkirin, hatin pêşwazîkirin. Meşvanan û gel li Alîgorê rê ji trafîkê re girtin, bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" ber bi navenda bajarokê dest bi meşê kirin. Hevserokê DBP'a Rihayê Îsmaîl Kaplan meşvan silav kir û spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin. İsmail da zanîn ku dê ji bo azadiya Ocalan şev û roj bimeşin.
(zt)

