Li Îranê jin ji bo ketina Stadiyomên sporê li ber xwe didin

08:25

 


JINHA


NANVENA NÛÇEYAN - Qedexekirina ketina Stadiyomên sporê ji bo jinên Îranê berdewame û nerazîbûnên jinan jî her ku diçe zêdetir dibe. Jinên Îranê yên li Swêdê dimînin ji bo şermezarkirina siyaseta cudaxwaz a Îranê li Stadyoma Stocholmê amade bûn û nerazîbûn nîşan dan. Jinên ku di Stadyomê de amade bûn, tîşortên bi ser nivîsên; “Bihêlin jinên Îranî jî biçine Stadyoman” li xwe kiribûn.  


Qedexeya liser ketina jinan di Stadyomên sporê li Îranê piştî şoreşa 79’an û hata îro berdewame. Ev qedexe yek ji siyasetên cinsiyetparêz ên rejîma Îranê ye ku bi caran rastî nerazîbûna sazî û çalakvanên jinan li hundir û derveyî Îranê hatiye. Ji ber leyîstina maça Fotbolê di navbera du taximên netewî yên Îran û Swêdê carekedin ev mijar kete rojeva jinan û raya giştî. Bi vê armancê hêjmarek ji leyîstkvanên taxima netewî ya welatê Swêdê  qedexekirina ketina alîgirên jin  di Stadyomên sopêr de şermezar kirin. Herwiha jinên Îranê yên li Swêdê dimînin ji bo şermezarkirina siyaseta cudaxwaz a Îranê li Stadyoma Stocholmê amade bûn û nerazîbûn nîşan dan. Jinên ku di Stadyomê de amade bûn, tîşortên bi ser nivîsên; “Bihêlin jinên Îranî jî biçine Stadyoman” li xwe kiribûn.  


(zt)