'Ji derdorparêzan li hember texrîbatên xwezayî banga rêxistinbûnê'
09:51
Vildan Atmaca / JINHA
WAN – Li herêmê her roja ku diçe çêkirina HES, bendav û kalekolan zêde dibe. Ji parêzerên ÇEHAV’ê Deniz Gedik diyra kir ku divê li hember talana xwezayê hişmendî bê dayîn, li hember çêkirina bendavan rêxistin bê xurt kirin û got: “Li herêmê texrîbatên derdorê di rewşek kirîtîk dene.”
Li herêmê ji ber berdewamiya şerê 40 salan bi qasî civakê texrîbatên mezin ser ekolojiyê jî kiriye û hîna berdewam dike. Di sala 2013’an de Wezîrê Karê Daristan û Avê yê Tirkiyê dema ku 478 santralên hidroelektrik (HES) ê li holê, 534 HES û bi sedan bendav di pêvajoya pilan û projan debû. Di oxira HES bendav û kalekolan de di du salên dawî de talanên xwezayiyên hatine çêkirin pêvajoya şer dide hîskirin. Bi tayîbetî jî di pêvajoya çareseriyê de bi destê dewletê çêkirina HES, bendav û kalekolan herêmê talan dikin. Ji Parêzerên Tevgera Derdor û Ekolojiyê (ÇEHAV) Deniz Gedik û Endama Komisyona Ekolojiyê ya KCD’ê Bêrîvan Nefise Hakan nirxandin kirin.
‘Ji texrîbatên xwezayî beşa qirîtîk’
Di sala 2009’an de li hember texrîbatên xwezayî parêzer li hev civiyan û ‘Parêzerên Tevgera Derdor û Ekolojiyê (ÇEHAV) avakirin. Ji parêzeran Deniz Gedik wiha axivî: “Texrîbatên xwezayî di dem û cihên kirîtîk de hatine kirin.” Deniz anî ziman ku bi salan berê ‘Projeya Başurêrojhilatê Anadoluyê’ (GAP) gund xirakirin, dîrok tine kirin û xwestin tenê her tiştî di muzeyan de zîndan bikin.
‘Tekoşîna ekolojiyê bi tevgera civakî tê qazanc kirin’
Deniz balkişand ser bendava “ewlehiyê” li Dêrsimê, li Lîcê çêkirina kalekolan, li Roboskî û Geverê jî qetilkirina hêstiran û wiha domand: “Dema ku em bi rêxstinkirî li çand, jiyan û xwezaya xwe xwedîderkevin wê demê emê bi ser kevin. Ev rewş dikare ji bo gelek xalên di hiquqê de çare jêre nehatî dîtin, bibe çareserî. Di ceribandinên me yên tekoşîna ekolojiyê de bi tevgerên civakî dikare bi encam bibe.”
‘Mirov xwezayê weke pêşkêşkirina koleyekê di xebitîne’
Deniz demboriya ku mirov bi xwezayî din ava xwezayê de dijiyan bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Mirov xwezayê weke zindî bi kar nayîne, weke nîmetek ji bo wan hatî pêşkêş kirin dibînin. Dema ku mirov û xweza ji hev hatî qutkirin vê carê jî serweriyek hatiye çêkirin. Mirov tenê ne ji bo pêdiviyên xwe di heman demê de ji bo bidestxistina karê jî bi kar tînin. Ji ber wê jî weke xweza ji bo mirovan hatî çêkirin difikirin. Vêcarê jî xwezayê weke berê kolebûna xwe dixebitînin û ekolojiyê wêran dikin.”
‘Hemû HES û kalekolên tên çêkirin bi giştî polîtîkin’
Endama Komisyona Ekolojiyê ya KCD’ê Bêrîvan Nefise Hakan jî diyar kir ku armanca bi navê “ewlehiyê” çêkirina bendav û kalekolan ji bo navend li PKK’ê tengkirinêye û wiha got: “Ji aliyê AKP’ê ve bi navê ‘ewlehiyê’ çêkirina HES, bendav û kalekolan bi giştî siyasiye.”
‘Divê li dibistanan waneyên ekolojiyê bên dayîn’
Bêrîvan bilêv kir ku divê aliyê çand û turîzma bajar bê firehkirin, li dibistanan waneyên ekolojiyê bên dayîn û wiha dom kir: “Emê weke Komisyona Ekolojiyê ya KCD’ê ji bo başkirina nava Wanê û navçeyên wê û her wiha li dibistanan waneyên ekolojiyê bên dayîn xebatên xwe berdewam bikin.”
(zt)

