‘Dayîka Uveyş wate daye 4’ê Nîsanê’
11:05
Mizgin Tabu/JİNHA
AMED – Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re meş berdewam dikin. Jinên kurd jî weke Newrozê 4’ê Nîsanê jî ji bo xwe weke roja berxwedanê dibînin û dibêjin: “Ji ber wê jî jinên kurd bi wateya 4’ê Nîsanê jinên kurd ber bi axa Dayîka Uveyş ve diherikin.”
Di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ku bi duruşma “Rêbertiya Azad” bi pêşengiya TUAD-FED’ê tê meşandin de meşa hatî despêkirin dê di roja 4’an de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetiya Rihayê bi dawî bibe. Kongra Jinên Azad (KJA) yê bi boneya rojbûna mîmarê civaka azad Abdullah Ocalan bang li hemû jinan kir ku biherikin Amarayê. Ji aktîvîstên KJA yê Pero Dundar diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 66 sal temenê xwe daye azadiya gelên Rojhilata Navîn û got: “Divê 4’ê Nîsanê tenê weke rojbûnê neyê destgirtin. Divê 4’ê Nîsanê weke roja ji nû ve berxwedanê bê zanîn. Rêberê gelê kurd ji bo jinan tekoşîna azadiyê ya bê hempa dide, divê jin bê vê wateyê biherikin Amarayê.”
‘Qêrîna ji Amarayê bilind bû jin şiyar kir’
Pero wiha berdewam kir: “Weke 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û Newrozê 4’ê Nîsanê jî ji bo jinan roja fikir û ramanên xwe derxistina derêye, roja derketina qadên tekoşînê û nasîna nasnama xwe ye. Heger em vê rojê baş tênegihijin çima em azadiya xwe dixwazin jî emê baş tênegihijin. Qêrîna ji Amarayê bilinbû ew perdeya reş ya ser jinên kurd û jinên îro ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn rakir. Dayîka Uveyş wate daye vê rojê.”
‘Rojbûna Rêberê me pîroz be’
Aynur Kaya jî anî ziman ku bi banga KJA yê ya ji bo jinan re dê hemû jinên Kurdistanê bi rengên xwe ber bi Amarayê ve biherikin û wiha domand: “Ji bo ku em Abdullah Ocalan têbigihin û ji bo tekoşîna wî dayî li Amarayê derkeve holê emê ber bi Amarayê ve biherikin. Emê bi hêza ku Rêbertiyê dayî me bi girseyek bi hêz re li Amarayê bin.”
Xwendekara lîsê Kader Donmez jî bilêv kir ku dê 4’ê Nîsanê li Amarayê be û got: “Ji bo ku jin zêdetir bi rehetî bikarin bijîn ezê jî di 4’ê Nîsanê de bi daxwazên xwe li Amarayê biqêrim.”
‘Emê li Amarayê ji bo wekheviya gelan biqêrin’
Hunermend û Şanoger Nesibe Guneyli anî ziman ku dê bi boneya 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê re 66 hunermend derkevin ser dikê, ev jî mînaka herî bedew ya bihevrebûna gelane û wiha got: “Ev jî serkeftina herikîna ber bi Amarayê vene û bi berxwedana Amarayê hatiye bi destxistin.”
‘Rêbertiyê bi felsefeya xwe rêbazek ya jinana nû daye jinan’
Bêrîvan Kahraman jî da zanîn ku 4’ê Nîsanê ji bo wê û hemû gelê kurd xwediyê wate û giringiyek cudaye û wiha berdewam kir: “Rêbertiyê bi felsefa xwe rêbazek ya jiyana nû daye jinan. Bişaftina ser jinan zêdetir ew kole kirine. Bi felsefa Rêbertiyê li Rojava tekoşînek tê dayîne û ew tekoşîn li hemû cîhanê de tê dîtin. Jinên kurd bi saya wê tekoşînê hatin nasîn.”
(zt)

